Roja azadî ji Ocalan re

Çarşem 8 Kanûn 2021 - 23:24

  • KONGRA-GEL: Ji bo çareserkirina pirsgirêkên li Kurdistan, Tirkiye û herêmê, Rêber Apo xwedî roleke sereke ye. Azadiya Rêber Apo tê wateya çareserkirina van pirsgirêkên giran û tê wateya wê yekê ku li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn aştî û demokrasî wê pêk were. 

Dîwana Hevserokatiya KONGRA-GEL’ê diyar kir ku 10’ê Kanûnê Roja Azadî ji Abdullah Ocalan re ye û ji bo tevlîbûna çalakiyên girseyî yên di 11’ê Kanûnê de bang kir.

KONGRA-GEL rola “Hêzên serwer ên ku ax û gelê Kurdistanê parçe kirine” bi bîr xist û got, wan Kurdistan kiriye mêtingeh, piştgirî daye dewleta Tirk.

KONGRA GEL rola Konseya Ewrûpayê ya li Îmraliyê jî bi bîr xist û got, “Ev hêzên serwer di heman demê de berpirsên şertên taybet ên li dijî Rêber Apo yên li Girava Îmraliyê ne.”

KONGRA-GEL wiha îşaret bi bêhelwêstiya Konseya Ewrûpayê jî kir: “Di rapora CPT’ê de hatiye diyarkirin ku pergala Îmraliyê ne li gorî Peymannameya Konseya Ewrûpayê û mafên mirovan ên navneteweyî ye lê dîsa jî ji ber toleransa Komîteya Wezîran a Konseya Ewrûpayê hikûmeta Tirk heta niha ti gav neavêtiye û şertên tecrîda giran û zextan ên li Îmraliyê li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê hemûyan zêdetir kirine.”

Çalakiyan kir ku KE binirxêne

KONGRA-GEL got, “Ji ber çalakiyên zêde yên gelê me û dostên me û ji ber miracaeta hin saziyên civaka sivîl, Komîteya Wezîran a Konseya Ewrûpayê binpêkirinên mafan ên li Îmraliyê xist rojeva xwe û li ser wê nîqaş kir, û heta dawiya Îlona 2022’yan dem da Tirkiyeyê. Ligel ku li Îmrali û zindanên din binpêkirinên giran ên mafên mirovan hene, Komîteya Wezîran a Konseya Ewrûpayê toleransa xwe ya li hemberî Tirkiyeyê hê jî didomîne.”

Azadiya Ocalan çareserî ye 

KONGRA-GEL got, hikûmeta AKP û MHP’ê hatiye ber hilweşandinê, ji ber wê êrişkar e û wiha dewam kir: “Ji bo çareserkirina pirsgirêkên li Kurdistan, Tirkiye û herêmê, Rêber Apo xwedî roleke sereke ye. Azadiya Rêber Apo tê wateya çareserkirina van pirsgirêkên giran û tê wateya wê yekê ku li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn aştî û demokrasî wê pêk were. Ji bo ku li ser Komîteya Wezîran a Konseya Ewrûpayê û saziyên navneteweyî zexta raya giştî pêk were, divê di vê pêvajoyê de çalakiyên afirîner werin kirin.”

Gel û dostên me divê beşdar bin

KONGRA-GEL bi bîr xist ku Înîsiyatifa Azadî ji Abdullah Ocalan re, 10’ê Kanûnê weke Roja Azadî ji Abdullah Ocalan re ya Cîhanê îlan kiriye û banga xwe wiha bi dawî kir: “Ji ber vê jî 10’ê Kanûnê firsendeke mezin e. Divê bi awayekî xurt em tevlî van çalakiyên bi vê wesîleyê bibin û azadiya Rêber Apo têxin rojeva raya giştî.

Çalakiyên girseyî wê di 11’ê Kanûnê de roja Şemiyê werin kirin. Divê gelê me û dostên me tevlî van çalakiyan bibin ên ku wê li her dera cîhanê werin lidarxistin.

Em bang li gelê xwe û dostên xwe dikin ku, em bi coşeke mezin 10’ê Kanûnê Roja Azadî ji Abdullah Ocalan re pêşwazî bikin, hêzeke xurt ava bikin û li ser Komîteya Wezîran a Konseya Ewrûpayê û saziyên navneteweyî zextan ava bikin.” 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.