ZELAL TUNÇ / JINNEWS / WAN
Di van rojên ku demsala zivistanê nêz dibe, Gola Wanê ya ku avabûna rojê rengê xwe yê sor didiyê, li gel rengê sor veduguhere gelek rengên din ên cûr bi cûr û mirov ji temaşekirina wê têr nabe. Dema ku mirov ji peravê navçeya Tuşbayê yê di dema avabûna rojê de li Gola Wanê temaşe dike, bi rengê sor ê ku roj diçe ava dîmenên rengîn derdixîne holê. Di van rojên ku demsala zivistanê jî nêz dibe de, xelkê ku dixwazin ji qelebalixiya li bajêr xwe dûr bikin li peravê Gola Wanê kom dibin û bi avabûna rojê re li gola ku vediguhere bi hezaran rengî, temaşe dikin û li dengê pêlên avê guhdarî dikin.
Kesên ku wêneyan bigrin berê xwe didin golê ji bo xwe bîranînên xweş û rengîn qeyd dikin.