Robot rûyê mirovan teqlîd dike

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 21 Sibat 2022 - 22:24

  • Ev demeke ku teknolojî û zanist di qada afirandine robotan de pêşketinên girîng bi dest dixe.

Ev demeke ku teknolojî û zanist di qada afirandine robotan de pêşketinên girîng bi dest dixe. Hin robot pir dişibin mirovan. Hin ji wan dikarin biaxivin û civatê girê bidin. Hin ji wan dibezin û dipengizin. 

Vê carê jî robotekî zarok ku dikare tevgerên rûyê mirovan teqlîd bike hate çêkirin.  Robotê ku li Japonyayê bi alîkariya mejiyê çêkirî hatî afirandin wekî Nîkola hatiye binavkirin. Nîkola dikare 6 tevgerên rûyê mirovan teqlîd bike. Rûyê mirov bi masûlkeyên bi tevger hatiye pêçandin, ji ber vê yekê dikare tevgerên rû teqlîd bike. 

Robot dikare tevgerên rû yên ji ber tirsê, kêfxweşiyê, matmayînê, dilxelandinê, hêrsbûn û xemgîniyê teqlîd bike. Ji bo tevgerên rastîn ê serê robot 6 aktuator lê hatine barkirin. 

Koma projeyê ji bo vê xebatê sazûmaniya FACS ango Sazûmaniya ku tevgerên rûyê mirov kopî dike bi kar anîne. Bi saya vê yeke tevgerên robot bêhtir rastîn xuya dibin.  Çermê rûyê Nîkola ji sîlîkonê hatiye çêkirin ji ber vê yekê bi qasî rûyê mirov nerm û bi hereket e. 

Hêj bedeneke robot Nîkola nehatiye çêkirin. Lê li gel vê yeke jî zanyar dibêjin ku di pêşerojê de Nîkola wê di gelek xebatan de bi kêr were.

TOKYO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.