Rizgariya gelan bi Ocalan e

Şemî 19 Cotmeh 2024 - 03:00

Dr. Beppe Savary-Borioli ku li Tîcîno ya Swîsreyê li panêlekê axivî, geşedanên li Rojhilata Navîn destnîşan kir û got,’’ya rizgariya ji vî şerî paradîgmaya Neteweya Demokratîk a Abdullah Ocalan e. Bi rêya vê paradîgmayê gel bêyî hevdu bikujin di nava aştiyê de dikarin bi hev re bijîn.’’ Di panêlê de her wiha hate xwestin ku Pêngava ‘Ji Ocalan re azadî’ divê bêhtir were geşkirin.

Bi çarçoveya qonaxa duyemîn a pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re' çalakî têne lidarxistin. Li bajarê Bellinzona yê kantona Ticino ya Swîsreyê ku zimanê xwe Îtalî ye, li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Ticinoyê panelek hate lidarxistin.

Serokê Komîteya 'Azadî ji Abdullah Ocalan re ya Swîsreyê' Dr. Beppe Savary-Borioli, Serokê Komeleya Çandê ya Punto Rosso ya Îtalyayê Roberti Mapelli, bi navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Ticinoyê Ahmet Yaman weke axaftvan tevlî bûn.

Dr. Beppe Savary-Borioli destpêkê li panelê axivî.

Dr. Savary anî ziman Rêber Ocalan ne tenê ji bo gelê Kurd her wiha ji bo hemû gelan lîderekî girîng e. Dr. Savary diyar kir ji bo kampanya azadiyê bi ser bikeve divê ew hîn bêhtir bixebitin û got, "Ji bo azadiya Ocalan beriya salekê kampanyayek hate destpêkirin. Ji bo ev kampanya bi ser bikeve pêwîstî hîn bêhtir bi hewldanan heye. Şerê ku li Rojhilata Navîn diqewime em kêlî bi kêlî dişopînin. Rêya rizgariya ji vî şerî paradîgmaya Neteweya Demokratîk a Abdullah Ocalan e. Bi rêya vê paradîgmayê gel bêyî hevdu bikujin di nava aştiyê de dikarin bi hev re bijîn. Kurd li Rojhilata Navîn xwedî tevgereke şoreşger e. Ocalan beriya bi salan bûyerên niha diqewimin pêşdîtina wan kiribû. Çareserî jî di nava paradîgmaya Ocalan de ye. Ocalan ne tenê ji bo Kurdan, lê belê ji bo hemû gelan aktorekî girîng e û divê di dema herî nêz de azad bibe. Ji bo azadiya wî jî em ê hîn bêhtir têbikoşin."

Ocalan hînî me dike

Roberto Mapelli jî bal kişand ser girîngiya fikrên Rêber Abdullah Ocalan ji bo Rojhilata Navîn û Ewropayê û got, "Ocalan hînî me jî, hînî civakên Ewropayê jî dike."

Mapelli, Abdullah Ocalan weke lîderekî welê pênase kir ku pêşdîtina paşerojê dike û bi dewamî got, "Fikrên Ocalan ên li ser mijara azadiya jinê gelekî girîng e. Têkoşîna ku li Rojava li dijî DAÎŞ'ê hate kirin divê ji her kesî re bê vegotin."

Fikrên Ocalan divê berbelav bibin

Mapelli jinên Kurd ên li Rojava têdikoşin weke mînak nîşan da û fikrên Abdullah Ocalan ên li ser azadiya jinê û ekolojiyê destnîşan kir. Mapelli got, "Divê fikrên Ocalan li her derê bêne belavkirin. Tecrîda demdirêj a li ser wî divê tavilê bi dawî bibe. Ji bo vê jî girîng e têkoşîn bê mezinkirin."

Hewceyî bi çalakiyên meztir heye

Ahmet Yaman jî li ser tecrîda giran a li ser Rêber  Abdullah Ocalan nirxandineke berfireh kir.

Yaman diyar kir ku pêngava azadiyê girîng e û got, "Kampanya ji bo Rêber Apo hate destpêkirin salek li pey xwe hişt. Çalakiyên girîng hatin lidarxistin. Ev girîng e, lê belê van çalakiyan nekarîn azadiyê pêk bînin. Di dema nû de ji bo kampanya bi ser bikeve divê em çalakiyên hîn xurt lidar bixin."

Panel piştî pirs û bersivê bi dirûşma 'Viva Ocalan, Viva Kurdistan' bi dawî bû.

ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.