Rika Tirkiyê ya di sûcên şer de

Sêşem 15 Mijdar 2022 - 16:42

Gerîlayên Kurdistanê 3 leşkerên din ên Tirk ên dagirker kuştin. Dagirkeran jî 6 caran Qadên Berxwedanê bi bombeyên qedexekirî bomberdûman kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got, “Di encama çalakiyên hêzên me de 3 dagirker hatin cezakirin. Artêşa Tirk a dagirker 6 caran Qadên Berxwedanê bi bombeyên qedexekirî bombebaran kir. Dagirkeran madeyên plastîk û lastîkên erebeyan li ber çeperên şer ên Şehîd Felat ên li Qada Berxwedana Sîda şewitandin û dûmana jehrê jî bi aspiratoran ber bi çeperên şer ve şandin. Di heman demê de dagirkeran 4 caran bi balafirên şer, 26 caran bi helîkopterên êrîşê, bi dehan caran jî bi obus, tank, hawan û çekên giran Qadên Berxwedanê bombe kirin.”
HPG´ê ji bo çalakiyên gerîlayan got, 

Li Zê (Zapê)
14’ê Mijdarê saet 06:40’an de li Qada Berxwedanê ya Şehîd Adil a Çemçoyê tîmên me yên gerok bi sekvaniyê dagirkerek ceza kir.

14’ê Mijdarê saet 11:40’an de, dema ku dagirkerber bi çeperên şer ên Şehîd Serxwebûn ên li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê ve dihatin, tîmên me yên gerok bi çekên giran li dagirkeran da û 2 dagirker hatin cezakirin.

Di 14’ê Mijdarê de 3 caran tîmên me yên gerok bi çekên giran li dagirkerên li derdora çeperên şer ên Şehîd Agir ên Qada Berxwedanê ya Sîdayê dan.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.