• Zozan Çewlig diyar kir ku jinên Kurd piştî Pêngava 15’ê Tebaxê bûne xwedî hêz û îrade û got;“Em tenê bi ruhê Pêngava 15’ê Tebaxê dikarin dijmin têk bibin. Wê berxwedan me ber bi serkeftinê ve bibin."

Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Zozan Çewlig bi wesîleya salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê ji ANF'ê re axivî.

Çewlig di destpêka axaftina xwe de li ser navê şervanên YJA Star û HPG’ê ji Rêber Abdullah Ocalan re silav û hezkirin şand û bal bire ser zêdebûna êrîşên dewleta Tirk. Çewlig diyar kir ku bi pêşengiya şervanên YJA Starê 20 roj in li hemberî dijmin berxwedaneke bênavber tê meşandin û wiha got:“Pêngava 15'ê Tebaxê di dîroka me ya têkoşînê de qonaxeke nû ye. Hin biryar hene; çarenûsa gelan û têkoşînan diyar dike û Pêngava 15’ê Tebaxê jî yek ji van biryaran e. Vê serkeftinê bandorek mezin li ser gelê Kurd û jinên Kurd kir. Di 15’ê Tebaxê de hem bingehê xweparastina gelê Kurd û hem jî ya jinan ava kir. Ji ber vê yekê jî bû pêngaveke ku gelekî bi bandor û geşedanên dîrokî ava kir.

Ji bo jinê bingeheke xurt ava bû

Zozan Çewlig îşaret bi rola 15’ê Tebaxê ya di rewşa jinên Kurd de jî kir û wiha got;’’Çawa ku Rêber Apo ji bo gelê Kurd şansekî mezin e, ji bo jinên Kurd jî şansekî mezin e. Gerîlayên jin, artêşa jinan û her wiha têkoşîna jinê bi Rêber Apo re hatiye avakirin. Ji ber vê yekê ji destpêka tevgera me ve jinan berê xwe dane qada şoreşê, îradeya jinê û rengê jinê derketiye pêş. Ji roja ku Rêber Apo dest bi têkoşînê kiriye, jinên Kurd jî gotin bêrdêla wê çi dibe bila bibe, em jî di nava vê têkoşînê û di nava vê berxwedanê de ne. Ji ber vê yekê di zindanên Amedê de mînaka heval Sara heye. Heval Sara pir zû rastiya Rêbertî û partiyê nas dike û tevlî têkoşînê dibe. Di dîroka me de Pêngava 15’ê Tebaxê xwedî roleke sereke ye. Him di tevgera me de him jî di civaka me de guhertinên stratejîk çêdike. Di sala 1993’an de artêşa jinê hate avakirin, lê beriya wê kedek hebû, jin tevlî têkoşîna çekdarî dibin. Li her qada Kurdistanê li dijî dijmin şer dikin, qehremaniyên mezin derdixinîn holê û bi vî rengî şehîd dibin. Em dikarin bibêjin ku Pêngava 15’ê Tebaxê ji bo têkoşîna azadiya jinê bingehek pir xurt ava kiriye.

YJA Star temînata jiyana azad e

Em gerîlatiyê tenê di warê leşkerî de nabînin, di guhertin û veguhertinê de artêşbûna jinê û gerîlatiya jinê jî roleke dîrokî lîstiye. Di guhertina têgihiştina mêrê serdest de jî gelek pêşketin çêkiriye. Pêngava 15’ê Tebaxê derxist holê ku jinên Kurd wê çawa şer bikin û bijîn. Pêngava 15’ê Tebaxê ji bo van hemû geşedanan bûye bingehek mezin. Gerîlaya YJA Starê îro di parastina xeta Rêber Apo, parastin û zindîkirina xeta Pêngava 15’ê Tebaxê de xwedî sekneke pêşeng e. Jinên Kurd di dîroka xwe ya têkoşînê ya 39 salan de ne tenê di gerîlatiyê de xwe îspat kirine. Jina Kurd êdî temînata xeta Rêber Apo ye, temînata gelê Kurd, parastina xeta jinê, gelan û jiyana azad e. Îro gerîlatiya jin li Kurdistanê diyar kiriye ku em ê çawa bijîn, çawa şer bikin û çawa xwe biparêzin.

Xeterî li ser xeta Rêbertî heye

Îro li ser Rêber Apo tecrîdeke girankirî heye. Dixwazin vê tecrîdê weke berdewamiya komploya navneteweyî bi me bidin hînkirin û qebûlkirin. Xeta Rêber Apo di xeteriyê de ye. Ji ber ku êdî xeta Rêber Apo ne tenê bandorê li Kurdan û jinên Kurd dike, bandorê li hemû parçeyên Kurdistanê dike, bandorê li ciwanan û gelên bindest dike. Ji ber vê yekê hêzên desthilatdar dixwazin vê xetê tine bikin. Dixwazin destkeftiyên hatine bidestxistin tune bikin û gelê Kurd, jin û gelên bindest bêhêvî bihêlin. Ji ber vê divê her kes di serî de jin û ciwan xeteriya li ser Rêber Apo bibînin. Helbet bi pêşengiya jin û ciwanan rewşeke parastina Rêber Apo heye, lê dem bi dem ev lewaz dimîne. Bêguman ev yek nayê qebûlkirin. Tenê bi ruhê Pêngava 15’ê Tebaxê em dikarin dijminê xwe têk bibin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin. Weke YJA Star em ê li ser xeta Zîlan, Bêrîtan û Egîd rol û mîsyona xwe ya li dijî siyaseta qirkirinê pêk bînin.”

NAVENDA NÛÇEYAN