Rihê 14’ê Tîrmehê bi serdikeve

Şemî 13 Tîrmeh 2024 - 03:15

  • Komîteya Rêveber a PKK’ê û Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniyan salvegera 14’ê Tîrmehê ya Roja Rûmetê ya Neteweyî Mezin bibîranîn û gotin: Bi rihê fedayî yê 14’ê Tîrmehê, dikarin tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê û hevkarên wan PDK û DAIŞ’ê têk bibin.

Komîteya Rêveber a PKK’ê bi wesîleya salvegera Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin 14’ê Tîrmehê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniya PKK’ê de wiha tê gotin:’’Em vê biryara mezin a berxwedanê û têkoşîna dîrokî ya rûmet û azadiyê ya 42 salan a ku li ser vê bingehê pêşketiye silav dikin û derbasî sala 43’an a berxwedanê dibin. Em afirînerê berxwedana mezin Mehmet Hayrî Durmuş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin. Em Roja Rûmetê ya  Neteweyî di serî de li Rêber Apo, li hemû hevrêyên xwe, gelê xwe yê welatparêz û dostên xwe yên demokrat pîroz dikin."

Bi rihê 14’ê Tîrmehê têbikoşin

Di daxuyaniya Komîteya Rêveber a PKK'ê de ev tişt hatin gotin:

‘’Xeta Berxwedana Fedaî ya 14’ê Tîrmehê hemû qadên ku têkoşîna azadî û demokrasiyê lê dimeşînin ronî dike. Weke tevger û gel, em dema Pêngava Azadiyê ya Cîhanî ya ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo armanc dike, li her qadê bi şêwazên çalakiyên dewlemend û afirîner pêş dixin, dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê hemû hêza xwe seferber kiriye û êrîşên şerê taybet a topyekûn dimeşîne. 40 meh in em nikarin agahiyê ji Rêber Apo bigirin. Bêguman, derbarê tenduristî û ewlehiyê wî de fikarên me yên pir cidî hene. Rêveberiya Tayyîp Erdogan hemû polîtîkaya xwe ya derve bi giranî daye têkoşîna li dijî partiya me û gelê me. Êrîşa herî berfireh a dagirkeriya leşkerî ya faşîzma AKP-MHP’ê li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Başûrê Kurdistanê ye. Êrîşên dagirkeriyê yên ku ji 16’ê Nîsanê û vir ve li ser herêmên Metîna û Rojavayê Zapê zêde bûne, ji 3’yê Tîrmehê ve gihandiye asta êrişên îlhaqkirinê. 

Gerîla rê nadin îlhaqê

Gerîlayên HPG û YJA-Starê her tim bi raberkirina berxwedanake sermirovî, li dijî êrîşên dagirkeriyê yên navborî bi qehremanî li ber xwe dan. Berdêlên giran dan ber çavên xwe û bi qehremanî li dijî bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî rabûn. Heman helwesta berxwedêr li dijî êrîşên dagirkerî û îlhaqê ku ji 3’ê Tîrmehê ve tê pêşxistin, raber dikin û bêyî ku tu mewziyê berdin ji bo azadiya Kurdistanê li ber xwe didin. Hem jî vê bi tena serê xwe û li ser bingeha hêza xwe dike. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi berxwedana xwe ya ku bi dayîna şehîdan dimeşîne, rê nade dagirkerî û îlhaqê. Li ser vê bingehê em berxwedana qehremanî ya gerîla silav dikin û serkeftinên wan pîroz dikin. Di şexsê hevrêyên Canfeda Soro û Canfeda Efrîn de hemû şehîdên qehreman bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin. Xeta wan ê di vê berxwedanê de Xeta Serkeftin û Berxwedana Fedayî ya 14’ê Tîrmehê ye. Lê divê berxwedan tenê ji gerîlayan re neyê hiştin. Divê gelê me û dostên me yên li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat, hêza çalak bidin vê berxwedanê û parelelê berxwedana gerîla berxwedana gel jî mezin bikin. Roj roja li ser Xeta Berxwedana Fedayî ya 14’ê Tîrmehê berxwedan û serketina li dijî êrîşên AKP-MHP-PDK-DAÎŞ'ê ye. Roja girtina rêya dagirkerî û îlhaqa faşîst-qirker û roja parastin û azadkirina Kurdistanê ye.”

Teqez wê dijmin têk biçe

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê jî bi wesîleya salvegera berxwedana 14’ê Tîrmehê daxuyaniyek nivîskî da û wiha got:“Em şehîdên nemir ên berxwedana 14’ê Tîrmehê Kemal Pîr, Mehmet Hayrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek bi rêzdarî, hezkirin û hasret bi bîr tînin, li ber bîranînên wan ên binirx bejna xwe ditewînin. Di şexsê wan de car din hemû şehîdên şoreş û demokrasiyê bi rêzdarî û minetdariyeke mezin bi bîr tînin û soza xwe ya ji şehîdan re nû dikin. Em vê roja pîroz a ku gelê me weke Roja Rûmetê ya Neteweyî pîroz dike, li hemû gelê xwe yê welatparêz û mirovahiyê pîroz dikin. Berxwedana 14’ê Tîrmehê ya Mezin, serketinekî pîroz e. Dema mirov ji aliyê geşedanên neteweyî, civakî, siyasî, çandî û hunerî ve binirxîne, teqez xwedî wateyeke bi vî rengî ye. Dîsa divê mirov kesayetên dîrokî yên mezin ku pêşengî ji berxwedana 14’ê Tîrmehê re kirine, bi bîr bîne û fêm bike. Hevrê Kemal, Hayrî, Akîf û Alî ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo parastina nirxên mirovahiyê jî kesayetên dîrokî yên pir girîng in ku di şert û mercên zehmet de nûneriya vê yekê kirin. Ji bo pêşketina PKK’ê û şêwazê têkoşîna PKK’ê, xeta 14’ê Tîrmehê diyarker bûye. Şoreşa vejînê ya neteweyî jî, encameke dîrokî ya ku berxwedana 14’ê Tîrmehê bûyî sedem e. Rêber Apo li ser esasê xeta 14’ê Tîrmehê, gavên têkoşînê yên mezin avêtiye, gerîla amade kir û şand welêt. Gerîla pêngava 15’ê Tebaxê da destpêkirin, şoreşa vejînê pêk anî û têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê mîsoger kiriye.

Berxwedana topyekûn

Îro rejîma faşîst a AKP-MHP'ê temsîla projeya 12'ê Îlonê dike. Armanca êrîşên dagirkeriyê yên berfireh ku li Başûrê Kurdistanê dane destpêkirin, qirkirina Kurdan e. Divê bi ruhê 14'ê Tîrmehê li dijî van êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk û tifaqa AKP-MHP-PDK-DAÎŞ'ê ya li dijî Başûrê Kurdistanê berxwedan were raberkirin. Li ser vê bingehê em bang li tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz, ciwan û jinên Kurdistanê yên welatparêz, gelên Iraqê, hemû gelên Rojhilata Navîn, bi taybetî gelên Ereb û hêzên sosyalîst azadîparêz û demokratîk dikin ku li Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriyê helwesteke xurt nîşan bidin û berxwedaneke topyekûn pêş bixin.”

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.