Rêzgirtina ji cenaze re

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 31 Tebax 2022 - 21:03

  • Li ser dîwarekî spî bi xetên reş bav û kîs hatine xêzkirin, wêneyê şehîd jî bi rengê sor hatiye xêzkirin.

Hunermendê grafîkî yê navdar, karîkaturîstê siyasî yê Îtalî Giuanluca Costantini ji bo rêzgirtina ji şehîd Welat Çiya (Hakan Arslan) û bavê wî Alî Riza Arslan, wêneyek li ser dîwarekî li Stenbolê xêz kir. Li ser dîwarekî spî bi xetên reş bav û kîs hatine xêzkirin, wêneyê şehîd jî bi rengê sor hatiye xêzkirin.

Hunermendî di malpera ku xêza li ser kaxezê ya berhemê li ser parvekirî (ChannelDraw: Gianluca Costantini), behsa tevahiya bûyerê, şehîdbûna Welat Çiya, 7 salan nedana cenaze û di kîsekî de dana cenaze kiriye. Wî sernivîsa “Hestûyên Hakan Arslan” bi kar aniye. 

Ew dibêje:  “Bavê Hakan Arslan, Alî Riza Arslan, çû Amedê, avahiya dadgehê da ku rahêje cenazeyê kurê xwe, piştî ku kurê wî hat kuştin bi 7 salan. Wêneyê ku Ajansa Mezopotamyayê weşandî, bavê hezinî yê ku hestûyên kurê wî di nava kîsekî plastîk de dane dest xuya dike.

Cenazeyê Hakan Arslan Sibata 2021´ê di dema rakirina enqazên nêzî dêreke li taxa dîrokî a Amedê Sûrê hatibû dîtin. Şerê dijwar sala 2015 û 2016´an li wir qewimîn. 

Dê û bavê Arslan ji bo testa DNA´yê miracaet kirin da ku rahêjin hestûyên kurê xwe. Encama testê Cotmeha bihurî pozîtîf bûn, lê li ser wan hat ferzkirin ku deh mehên din bisekinin û hîna nû cenazeyê kurê wan dan wan.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.