Rêzê li serweriya Iraqê bigrin

Çarşem 24 Çile 2024 - 02:45

Pêr Serokkomarê Iraqê Ebdul Letîf Reşîd li Bexdayê li gel Serokê MÎT’a Tirk Îbrahîm Kalin civiya. Têkildarî civînê daxuyaniyek ji aliyê serokkomariyê ve hat belavkirin. Hat gotin di civînê de li ser çend mijarên cûda axivîne. Hat diyarkirin serokkomarê Iraqê di civînê de diyarkiriye ku divê her du welat ji bo çareserkirina pirsgirêka avê ku çend sal in dewleta Tirk rêjeyek kêm ya avê ji bo Iraqê berdide, lihev bikin û li gorî zêdebûna şêniyên Iraqê pêwîstiya Iraqê zêdetir bi avê heye.

Hat gotin serokkomarê Iraqê di civînê de diyarkiriye ku Iraq li gel welatên cîran kar dike da ku rêz li serweriya welatên hevdu bigrin û jihev têbigihin. Her wiha diyarkiriye ku Iraq êrişên yek alî yên welatên cîran ên li ser xaka Iraqê red dike û êriş dibin sedema xirakirina ewlehî û aramiya Iraqê. Her wiha hat gotin ku di civînê de serokkomar ji serokê MÎT’ê re gotiye, binpêkirinên Tirkiyeyê yên li sinorê parêzgeha Silêmanî û bajarên din ên Herêma Kurdistanê dibin sedem bandorek nerênî li ser peywendiyên navbera her du welatan çêbibin. Pêwîste welatên cîran rêz li serweriya Iraqê û ewlehiya welatiyan bigre.

ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.