Reyhan Ebdî tevî pitika 2 mehî girtin

Sêşem 30 Tebax 2022 - 22:30

  • Polêsên Tirk Reyhan Ebdî 26'ê Tebaxê li Stenbolê kiribûn nezaretê; Ebdî niha bi pitika xwe ya 2 mehî re hat girtin.

Polêsên Tirk Reyhan Ebdî 26'ê Tebaxê li Stenbolê kiribûn nezaretê; Ebdî niha bi pitika xwe ya 2 mehî re hat girtin.

Reyhan Ebdî bi pitika xwe ya 2 mehî re şandin girtîgehê. Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) Şaxa Stenbolê nerazîbûn nîşan da û got, Reyhan Ebdî ev 3 roj in, bi awayekî derhiqûqî hatiye girtin.

OHD'ê da zanîn ku ti delîl tine ye ku wek hinceta girtinê were nîşandan: “Em vê biryara girtinê ya ku şert û mercên girtinê pêk nayîne û bêexlaq û bêwijdanî qebûl nakin. Girtin hem wekî astengkirina mafên bingehîn û hem jî wekî tedbîreke parastinê, divê bi awayekî awarte were sepandin. Lê diyar e ku sepandina tedbîrên parastinê ji bo jineke ku pitika wl du mehî ye, dê encamên ciddî bi xwe re bîne. Muwekîla me di dema nezaretê de ji ber fikarên ku pê re rû bi rû maye, şîrê wê ku pitikek du mehî pê xwedî dikir, qut bû. Muwelîka me zarokên wê yê sê û çar salî hene, hewcedariya wan bi lêmiqatebûna wê heye.”

OHD'ê diyar kir ku girtina zarokên bi dayikên xwe re li dijî mafên bingehîn ên mirovan û zarokan e: "Li gorî Qanûna Parastina Zarokan û Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî ku Tirkiye jî aliyê wê ye, ne guncaw e ku pitika dumehî di rewşa niha ya li girtîgehan de bimîne.” 

ANF/STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.