• Fatin El-Esbelî ji zaroktiya xwe ve xêz dike. Dema li dibistanê gihîştiye qonaxa navîn, hêdî hêdî dest bi hînbûna rengên zeytî û rengên avê kiriye. 

ÎBTÎSAM EXFÊR / NÛJÎNHA/BÎNGAZÎ

Fatin El-Esbelî sala 2009'an wekî hunermenda hunerên plastîk a Lîbyayî navdar bû û medyayê behsa wê kir û her kes kêfxweş bû ku jinek hunera Bîngaziyê ji nû ve bi rengekî jinane bi teşe dike. Fatin El-Esbelî ji zaroktiya xwe ve xêz dike. Dema li dibistanê gihîştiye qonaxa navîn, hêdî hêdî dest bi hînbûna rengên zeytî û rengên avê kiriye. Ev reng ji rengên darîn ên ku wê di zarokatiyê de bi kar dianîn, cuda ne.

Fatin El-Esbelî dibêje, ew bi tena serê xwe hînê xêzkirinê bûye ji ber ku di wê qonaxê de ti pirtûk yan jî pisporên xêzkirinê tine bûn ku ji wan hîn bibe: "Piştî ku ez çûm zanîngehê, min dest bi hînbûna zêdetir li ser pêşangehên hunerî kir û gelek caran çûm wan bibînim û min dest bi xêzkirina tabloyên bi rengên zeytî kir. Min li odeya xêzkirinê ya zanîngehê tabloyên xwe xêz dikirin û her kesê li derdora min, pesnê tabloyên min dida û vê yekê ez teşwîq kirim ku beşdarî pêşangeha koma yekem a sala 2008'an bibim. Ew pêşangeheke jinan bû ku ez bi komek hunermendên hunerên plastîk beşdarî bûm. Di sala 2009'an de, ez bi komek hunermendên hunerên plastîk re beşdarî du pêşangehan bûm. Paşê min dest bi cîhana hunerî û beşdariya hunerî kir heta şoreşa Sibata 2011'an. Piştre min Navenda Ruhê Bedewiyê ava kir, ku ez jê hîn bûm û min zarok jî bi rêya wê hîn kirin."

Kîmya û hunerên plastîk

Piştî vê yekê Fatin El-Esbelî wêriya, rengan hemûyan bi kar bîne û tabloyên mezin xêz kirin. Fatin El-Esbelî anî ziman ku sala 2014'an wê dest ji karê hunerî berda û wiha axivî: "Di sala 2014'an de beşdarbûna min di bernameya mezûniyetê de, yek ji serdemên dûrketina min ji karê hunerî ye. Ez li ber qedandina vê qonaxê bûm, ji ber vê yekê ez neçar bûm ku ji karê hunerî dûr bikevim û beşdarî dîmena plastîk a Lîbyayê nebim, lewra karê min bi zarokan re jî rawestiya, ji bilî şert û mercên şerê li Bînxazî û koçberbûna sê salan. Vegera min a li hunerên plastîk di sala 2017'an de bi xebata bi zarokan re û hînkirina wan a xêzkirinê bû. Min beşê kîmyayê xwendiye. Min fêm kir ku kîmya ne zanisteke hêsan e û min dît ku bi rengekî ew ber bi hunerê ve diçe û dibe ku huner bibe sedema kîmyayê. Têkiliya di navbera kîmya û hunerê de bi qasî dîrokê kevn e. Her kes bi jinê welatê xwe, bi jinê birîna xwe, bi jinê bextewariya xwe, bi jinê hêviya xwe îfade dike, lewma rê hemû di hunerî de ber bi jinan ve diçin."

Ew dide zanîn ku niha ew planên vekirina pêşangehên nû dike.