Akademîsyen Kamiran Berwarî, helwesta PDK'ê ya li dijî gelê Kurd nirxand û anî ziman ku PDK li gorî daxwaza hikûmeta Tirkiyeyê gavan davêje û ev yek zerarê dide. Berwarî, da zanîn ku di nava PDK'ê de piranî endam û rêveberên wan li dijî şer in û got: "Çareseriya krîza di nava PDK û Tirkiyeyê de nerînên Ocalan e. Nerîna Ocalan a Yekîtiya Neteweyî ye. 

Berwarî, anî ziman ku rageşiya li herêmê hêj didome û wiha got: "Ji ber vê rageşiyê em bi fikar û guman in. Rageşî ne tiştekî asayî û ji rêzê ye. Rageşiyek bi plan bi pergal e. Kurdistan niha hatiye dagirkirin. Li Başûr ji sala 1991’an heta niha statuyek heye. Peymanên navneteweyî hene. Li gorî vê peymanê eskerên dewletên cuda nikarin têkevin nava vê herêmê. Dîsa firandina balafiran jî li vê herêmê hatiye qedexekirin. Li gel peymanên navneteweyî dîsa dewleta Tirk li gorî peymanê tev nagere. Li Başûrê Kurdistanê serweriya gel nas nake. Bi salan e biryarên navneteweyî tune dihesibîne. Hem ji hewa de êrîş dike û hem jî li bejahiyê xwe bi cih dike. Dîsa hurmetê ji serweriya Iraqê re jî nîşan nade. Dewleta Tirk hatiye li herêmê nêzî 36 qereqol li Başûr ava kirine. Li aliyê din xebatên MÎT'ê û îstîxbaratê jî hene."  

Gelek pêşmerge û PDKʼî şer naxwazin

Berwarî li ser daxuyaniya Serokê PDK'ê Mesut Barzanî ku gelek kes wekî 'ilana şer' pênase dikin jî rawestiya û wiha axivî: "Yê ku got 'Me dawî li şerê birakujiyê anî' Birêz Mesut Barzanî bû. Em li bendê bûn ku Barzanî daxuyaniya ji bo diyalogê bide. Lê ev daxuyaniya wî ji aliyê gel ve wekî îlana şer hat xwendin. Lê mirov niha nikare bêje îlana şer. Ji ber ku hêj rêyên aştiyê vekirî ne. Li çar aliyê Kurdistanê, rewşenbir, nivîskar, rojnameger, siyasetmedar û gel li diji şer in. PKK jî niha ji bo diyalogê amade ye. Di nava PDK'ê de gelek pêşmerge û gelek beşên PDK'ê li dijî şerin.
Berwarî ji ber sedemên destnîşankirî xwest Barzanî daxuyaniya xwe sererast bike û got: “Divê hêzên Kurdan hemû li ser derxistina Tirkiye ya ji Başûr hûr û kûr bibe. Şer ji bo Kurdan ne xêr e.”

MA/STENBOL