Rêyeke nû ji bo xeyalan

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 25 Çile 2024 - 02:55

  • Kolan hemû ji hêla mêran ve hatine dagirkirin. Mêrên ku kolan dagir kirine nahêlin ku jin bi rehetî li kolanan bimeşin. Ji bo ev hişmendî ji holê rabe rêbaza herî kêrhatî ew e ku jin bi rêya hunerê biafirînin û her wiha divê xelk jî piştgiriyê bide wan.

MEDÎNE MAMEDOGLU / AMED 

Komeleya Jinan ya Çand, Huner û Wêjeyê (KASED) dawiya vê hefteya buhirî bi sernavê “Têkoşîna jinan a di warê çand û hunerê de” komxebatekê li dar xist. Ji Kurdistan û Tirkiyeyê gelek hunermendên jin tevlî komxebatê bûn. Di komxebatê de berxwedan û hebûna jinên Kurd a di warê hunerê de hate nîqaşkirin. Hunermendên ku li komxebatê axivîn ji dinyayê ji gelek nimûneyan nîşan dan û gotin ku ew ê jin di hemû şert û mercan de di warê çand û hunerî de xwe nîşan bidin û biafirînin.

Şanoger Rugeş Kırıcı ku ew jî tevlî komxebatê bûbû da zanîn ku tevî hemû hişmendî, nihêrîn û polîtîkayên mêran jî jin di warê hunerê de nasekinin û diafirînin. Wê got; “Bi saya afirînerî û berhemên jinan derûdorên paşverû ku cudakariyê dixwazin û dijminatiya jinan dikin têk diçin.” 

Em rêyên ku xitimîn vedikin

Rugeş Kırıcı da zanîn ku di van pêvajoyên dawî de nexasim jî jinên Kurd bi berhem û afirîneriyên xwe yên hunerî derdikevin pêş û berxwedana wan ya di vî warî de jî tê zanîn. Rugeş Kırıcı her wiha bal bir ser têkoşîna jinan û got ku ji mêj ve jin li hember hişmendiya baviksalarî ya ku naxwaze ew di warê hunerê de hebin derdikevin. Li gel vî tiştî jinên Kurd li hember polîtîkayên asîmîlasyon û sansurê jî li ber xwe didin. Rugeş Kırıcı îşaret bi girîngiya komxebatê kir û got; “Di nava van şert û mercan de pir girîng e ku komxebatek bi vî rengî pêk tê. Ezmûn û têkoşîna jinan bi vî awayî tên zanîn. Wekî din ew rêyên ku xitimîne jî vedibin bi vî awayî û em nîqaşên nû xurttir dibin. Di vê komxebatê de jî em li ser rê û rêbazên nû yên afirandinê fikirîn, rêyeke ku me ber bi xeyal û berhemên nû ve bibe.” 

Kombexebateke sûdewar bû

Di komxebatê de mijarên sereke ku hatin nîqaşkirin ev bûn; “Têkoşîna hunerî ya jinên li dinyayê”, “Têkoşîna jinên Kurd ya di warê hunerî de”, “Rêbazên têkoşînê yên jinên Kurd”, “Di warê çand û hunerî de azadiya xwederbirînê ya jinên Kurd”. Rugeş Kırıcı got ku “komxebateke sûdewar bû” û wiha pê de çû; “Ji Tirkiye û Kurdistanê gelek jinên hunermend hatibûn. Her yek serpêhatî û ezmûnên xwe vegotin. Têkoşîna xwe ya li hember sansur û astengiyan anîn ziman. Bi kurtasî têkoşîna jinan ya bi salan û her wiha cihê jina Kurd ya di vê têkoşînê de hatin nîqaşkirin.”

Têgihîştineke şaş bû!

Rugeş Kırıcı hebûna jinan ya di warê hunerî de weke “pêvajoyeke bi êş” bi nav kir û got; “Hişmendiya baviksalar a ku timî serdest bû kir ku berhemên jinan di tarîyê de bimînin û bi awayekî sîstematîk ev berhem hatin veşartin. Ji bo di warê hunerê de jin jî hebin diviyabû ji vê nihêrîna serdest ya mêrane destûr bigire û bi vî awayî hebe. Lê ev têgihîştineke şaş bû! Piştî ku jinên hunermend hay ji vê hişmendiya tarî çêbûn hewl dan ku bêhtir biafirînin û li rêbazên nû geriyan da ku berhemên xwe nîşan bidin. Em jî di vî warî de gelekî westiyan lê me her tim li ber xwe da û hewl da ku rêyeke nû bibînin. Di vê pêvajoya berxwedanê de em hîn bûn ku divê em bêhtir li xeyalên xwe xwedî derkevin û biafirînin. Em ancax bi vî awayî dikarin wan strînên ku mêr danîne pêşiya rakin û bimeşin.” 

Têkoşîna li hember çerxa baviksalarî

Rugeş Kırıcı berxwedan û têkoşîna jina Kurd ya di warê çand û hunerî de jî bi bîr anî û got wan ji bo ziman û nirxên xwe gelekî şer kiriye. Rugeş Kırıcı da zanîn ku berxwedana jinên Kurd îro xwe gihandiye bi milyonan insanan û got; “Em jin li hember çerxa baviksalarî ya kapîtalîst li ber xwe didin da ku em wekhevî û azadiya xwe bi dest bixin. Ji bo em karibin di nav mekanîzmayên desthelatê de, ji dervayî hegemonyaya mêran li ber xwe bidin û hebin divê em hin bedelan jî bidin ber çavên xwe. Stratejiyên baviksalariyê yên ku jinan bê rûmet dikin û rê li pêşiya wan digirin pirr baş dixebitin. Jinên hunermend bi berhemên xwe van stratejiyan jî teşhîr dikin, ji bo ev stratejî pûç bibin hewladên jinan hene. Bi vê hewladanê jî derûdorên paşverû ku cudakariyê dixwazin û dijminatiya jinan dikin têk diçin.” 

Divê jin pişta hevdu bigirin

Rugeş Kırıcı herî dawî balê bir ser piştevaniya jinan û got; “Divê em hunermendên jin pişta hevdu bigirin. Kolan hemû ji hêla mêran ve hatine dagirkirin. Mêrên ku kolanan dagir kirine nahêlin ku jin bi rehetî li kolanan bimeşin. Ji bo ev hişmendî ji holê rabe rêbaza herî bi bandor ew ve ku jin bi rêya hunerê biafirînin û her wiha divê xelk jî piştgiriyê bide wan.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.