Rê’ya Xelîl Dag

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 1 Nîsan 2023 - 05:33

  • Wênegir û sînemavanê Kurd Xelîl Dag dîmenên herî xweşik ên gerîla girtin. Wî arşîveke bêhempa ji bîra gelê Kurd re hişt û bi saya wêneyên wî me jî ji gerîlayan hez kir. Xelîl Dag di wê rêya bi dilsozî tê de dimeşiya, asoyên nû kifş kirin û xwest em jî ji labîrentên xwe rizgar bibin û di wan rêyan de ber bi asoyên xwe ve bimeşin.

Gerîla û sînemavanê Kurd Xelîl Dag (Uysal) arşîveke baş ya fotograf, klîp û filman hişt li pey xwe. Wî dixwest li hemû zinar, lat û newalên Kurdistanê bigere û fotografên gerîlayan bigire. Bi bîr û baweriyeke xurt wî arşîveke baş ya dîtbarî ji bîra Kurdan re ava kir. Lê gelek dîmen jî mabûn di dilê wî de, wî nekarîbû van dîmenan bigire û qeyd bike. Ji lewma wî ji bo van dîmenên di dil de mayî digot; “Fotografên ku min li çiyê girtine li ber yên ku min nekariyê bigirim, beşeke piçûk temsîl dikin. Fotografên ku min nekarîbûye bigirim, zêdetir in. Ez ji wan re dibêjim ‘wêneyên dilê min’…Gelek tiştên ku me ew neqefalt û dîmenên wan negirtin, hene. Ew fotograf giş man di dilê me de. Li çiyayên Kurdistanê ez rastî gelek gotin, ken û hezkirinan hatim. Ez bûm şahidê gelek tiştên li serê van çiyan. Lê çi bibêjim, kamera nikarîbû van dîmenan bigirin. Jixwe, li pey gerîlayekî jî tenê fotograf dimînin. Û şoreş jî…yanî têkoşîn û berxwedana wî. Heger ev têkoşîna gerîla tine be, jixwe fotograf jî bê mane dibin.”

Di salvegera kuştina Xelîl Dag de em wî bi nîvîseke ku li rojnivîskên xwe neqşandibû bibîrtînin:

 

Rêya ji bo kifşkirin û dîtinê

Rê, ew mekan û war e ku cara ewilî em xwe û hevalên xwe li wir nas dikin. Hema ku em carekê dest bi meşê bikin, hema em gavên pêşîn biavêjin di vê rêyê de. Hema ku em carekê wêrekiya xwe nîşan bidin û li rê binihêrin. Em xeyal bikin ku em ji wî mekanê ku em lê dîlgirtî ne, difilitin. Hema bila carekê kela canê me rabe ji bo kifşkirin û dîtinê. Hema em biryarê bidin ku xwe bibînin û bidin rê… Dê rê bi henûniya xwe li ber piyên me dirêj bibe. Ji lewma rê ti carî kesî bi paş ve venagerîne… Belkî jî rê ew mekanê tekane ye ku me hemûyan hembêz dike û ber bi xwe ve dikşîne. Tiştek ji kifşkirinê xweştir heye gelo? Dema mirov xwe kifş dike… Ma li ser rûyê erdê cewherê herî xweşik ne mirov e? Ma rêwîtiya herî xweşik a jiyanê ne ew rêwîtî ye ku em ber bi xwe ve diçin?

 

Rêwîtiyên li bajarên betonî

Heta niha em qet bi rê ve neçûn… Ew rêwîtiyên li bajarên betonî yên ku her tim vedigeriyan destpêkê, ne rêwîtiyên me bûn. Yekê ji wan rêyan jî em ber bi rastiya kesayeta me ve nebirin. Me tim ji dûr ve li wan bajarên ku ne yên me bûn nihêrî. Em xerîbê hemû bajaran bûn… Dema roj hiltê, em ji deriyekî derkevin û piştî roj çû ava jî li heman deriyî vegerin, ev tê wê maneyê ku em nameşin yan jî bi rê ve naçin.

 

Di şiverêyên çiya de rûpoş namînin

Dema gerîlayek tê serê çiya destpêkê bi pirsgirêka meşê re serê wî dikeve belayê. Di her gavavêtinê de êş û keserên nedîtî li me peyda dibin. Di her gavê de bedena me ji me re giran tê û laşê me diêşe. Navmilkên me, ling û destên me diêşin. Lawazbûna lingên me, dikin ku em li xwe mikur werin. Hingê, em fêhm dikin ku li ser zemînên betonî em hatine xapandin. Bi mirov wa dibe, weke ku her tişt dê wisa dewam bike. Gava ku em li rêzeçiyayên li hemberî xwe dinihêrin, em difikirin ku em ê ti carî bi ser nekevin. Lê di van rêyên zehmet de barên ku ne yên me ne, giş ji pişta me tên xwarê. Di şiverêyên çiyayan de rûpoşên li ser rûyên me hemû yek bi yek dikevin xwarê. Jiyana ku hezarên salan li ser me hatiye ferzkirin em parçe parçe li qelaçên çiyayan dihêlin. 

 

Tinebûn…û paşê jî hebûn

Her ku em di şiverêyan de dimeşin, bedena me parçe parçe ji me vediqete. Her ku em dimeşin, em dibînin ew qaçilê ku xwe li ruh û bedena me pêçaye dişike. Ev yek, mirovî gelek diêşîne. Her ku em bi rê ve diçin em ji hin tiştan dûr dikevin. Her ku em dimeşin em hîs dikin ku me hin tişt li pey xwe hiştine. Ev tinebûna me ye… Her ku em dimeşin em nêzî cihên din dibin. Di rêwîtiyê de hin tişt ji me diçin lê hin tişt jî li me zêde dibin. Ev yek jî hebûna me ye. Ji me, ji beden û ruhê me hin tişt kêm dibin lê berevajî vê yekê hin tişt li wan zêde dibin. Lingên me li teht û zinaran dikevin û xwîn ji wan tê… Cilûbergên me li striyan dialiqin, diçirin. Darên bi dirî dest û rûyên me xwîn dikin… westandin xwe li bedena me radipêçe. Di wê gavê de ku em difikirin dê her tişt tine bibe, hevrêyên me digihîjin bi hewara me ve û em bi saya wan li ser piyan dimînin.

 

Bihurîna ji çem û rûbaran

Hin hevrêyên me jî di tariyê de bi destên me digirin û em dîsa bi saya wan dikarin bimeşin. Hin ji wan nanê xwe bi me re parve dikin, hin ji wan jî ava xwe didin me. Di rêwîtiyê de carna çem û rûbar derdikevin hemberî me. Em nikarin ji van çem û rûbaran bibihurin. Hinek heval dibihurin, lê gelek ji me jî bê biryar dimînin, baweriya wan bi lingên wan nayê û bi xwe jî ne bawer in. Yên ku ji çem û rûbaran bihurîn, destên xwe dirêjî me dikin, gazî me dikin. Ewilî, em hinekî disekinin û dûre jî bi carekê xwe hildavêjin. Ha ku me dît, em ji çemî bihurîne û em li wî aliyê çem in. Lê em ji vê yekê bawer nakin…

 

Dilê me jî diguhere

Her ku em bi rê ve diçin, lingên me fêrî rê dibin. Ew ling di şevên tarî de êdî bi xwe dikarin rêyên xwe bibînin. Em ji vî tiştî bawer nakin û em dibêjin, gelo ev lingên me ne, em heyirî dimînin. Çavên me jî her tiştî dibînin êdî, her wiha guhên me jî dengan hemûyan dibihîzin. Piştî bedena me, dilê me jî diguhere. Bêrîkirin û xeyalên me jî diguherin. Êdî em di xewnên xwe de xeyalên xwe dibînin. Bi vî awayî em beden û ruhen xwe ji nava ve hîs dikin.

 

Kifşkirina asoyên nû

Êdî em, em in. Ruhê me ji qaçilê xwe û bedena me jî ji qeydên xwe bifilitîne. Xewn û xeyalên me yên me ne êdî. Û her wiha rêya ku em li ser dimeşin jî rêya me ye. Ew rê me ber bi asoyên nû ve dibin. Her ku em di van rêyên li ser çiyan de dimeşin, em wan asoyên ku me nikaribû di nav avahiyên betonî de bibînin jî dibînin. Her wiha em fêr dibin ku aso tenê ne ew xêza dûrî me ye. Her ku em hildikişin çiyayan em fêr dibin ku aso bi awayên cuda hene û her tim li benda kifşkirinê ne. Her çiyayê ku em hildikişinê asoyên nû nîşanî me didin. Roj bi awayekî din diçe ava li ser van çiyayan. Li serê çiyan rojek naşibe rojeke din û bi heman awayî bi dawî nabin roj. Li vir ti tişt xwe dubare nake… Ji lewre me di her hilkişandinê de asoyên nû kifş kir.

 

Em ji labîrentên xwe rizgar dibin

Em Kurd hîna nû fêrî meşê dibin. Hîna nû em rêyan kifş dikin. Em hînî çêkirina rêyên xwe dibin û di ser van rêyan de hîna nû dimeşin. Piştî ku bi hezarê salan em di labîrentên şaristaniyan de geriyan, cara ewilî ye ku em ji labîrentên xwe derdikevin. Em ji labîrentên xwe rizgar dibin û cara ewilî li asoyên xwe dinihêrin…

Û êdî em ne ji rê, ne ji sekn û ne jî ji nihêrînên xwe diqerin… Em dev ji wan bernadin.

 

Wergêr û amadekar: Ardîn Dîren

 

* Ev nivîs ji ber pirtûka Xelîl Dag a bi navê “Dagin samîmî dostu (Dostê çiya yê jidil)” hatiye girtin. 

 

Rêwiyê Agiriyê bû

Xelîl Dag (Halil Dag/Uysal) sala 1973’yan li Izmîrê ji dayîk dibe. Bavê wî ji Izmîrê û dayîka wî ji Agiriyê ye. 

Di sala 1995’an de wekî alîkarê kameramanê Elman ku dixwest bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevpeyvînekê çêke, diçe Şamê. Wê demê têkiliya wî ya bi tevgera azadiyê re dikeve qonaxeke nû. Xelîl ji wir jî weke nûçegihan diçe çiyayên Kurdistanê. Û careke din dev ji çiyayên Kurdistanê berneda û ji wan çiyan venegeriya. 

Xelîl Dag li çiyayên Kurdistanê filmên “Tîrêj”, “Dema jin hez bike”, “Eyna bejnê”, “Nepeniya rûyê me”, “Berîtan” û “Stranek ji bo Zagrosan” bi hevalên xwe yên gerîla re çêdike. Ev filmên wî jiyana gerîlayên Kurd bi xelkê dide fêhmikirin û hezkirin.

Xelîl Dag di 1’ê Nîsana 2008’an de li herêma Botan a Bestayê ji hêla leşkerên Tirk ve tê şehîdkirin. Xelîl Dag sala 1999’an li gel hunermend Hozan Serhad diçe herêma Botanê. Girêdana wî ya ji bo bakurê Kurdistanê di vê qonaxê de zêde dibe. Dema ji bo belgefilma ji Botanê dest pê bike û li Agiriyê bi dawî bibe, careke din diçe Bakurê Kurdistanê, şehîd dibe. Ew difikirî ku belgefilmeke bi navê “Yên ber bi çiyayên Araratê ve dimeşin” çêke, lê ev daxwaza wî neçû serî. Xelîl Dag li pey xwe gelek film, helbest û nivîs hiştin. 

 

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.