Parlementera Serbixwe ya Herêma Kurdistanê Şadî Newzad, bal bire ser rêya diyalogê û got;" pêwist e ew tev bi hev re rê nedin şerê Kurd li dijî Kurd rû bide."
Parlementera Serbixwe ya Herêma Kurdistanê Şadî Newzad, derbarê hewildanên PDK’ê yên ji bo derxistina şerê Kurd li dijî Kurd got, “Ti demê şer ti sûd nedaye mirovan ji ber ku ew şer li dijî mirovan bi xwe ye. Şer her tim dibe sedema paşketina gel û civakê. Pêwîst e em tev bi hev re bi yekdengî rê nedin şerê Kurd li dijî Kurd rû bide.”
Şadî da zanîn ku ya giring ew e ku alî li hev guhdarî bikin û alî hemû bikarin pirsgirêk û aloziyên heyî bi rêya diyalogê çareser bikin. Di dewamê de Şadî Newzad diyar kir ku aramanca dewleta Tirk ne tenê Başûrê Kurdistanê ye, armanc dagirkirina tevayiya Kurdistanê ye û wiha dewam kir: “Beriya niha jî me gelek caran dîtiye ku dewleta Tirk di bin navên cuda de êriş biriye ser Herêma Kurdistanê yan jî parçeyên din ên Kurdistanê. Evê yekê cihan hemû jî dizane."
NAVENDA NÛÇEYAN