Rêya Îmraliyê vekin!

Çarşem 31 Tîrmeh 2024 - 03:05

  • Malbatên girtiyan ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd çalakiya “Deng bide azadiyê” didomînin, banga “Rêya Îmraliyê vekin” kirin.

Çalakiya “Deng bide azadiyê” ku malbatên girtiyan ji bo azadiya azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd dane destpêkirin berdewam dike. Malbatên girtiyan li gelek bajaran li ber girtîgehan hatin bahev.

ÎZMÎR

Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Egeyê (EGE TUHAY-DER) û malbatên girtiyan di çarçoveya çalakiyê de li ber Girtîgeha Kiriklar a Bûcayê hatin bahev. Di daxuyaniya ku gelek nûnerên saziyan û malbatên girtiyan tev li bûn de pankarta “Em ji bo edaletê tecrîdê rakin. EM ji bo aştiya civakî deng bidin azadiyê” hate vekirin. Malbata girtiyan Medîne Kaymaz bal bire ser tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan û diyar kir ku heta ku tecrîd ranebe ne aştî, demokrasî û edalet pêk nayê û got:“Em tenê ji bo gelê kurd û zarokên xwe yên girtî têkoşînê nakin. Ji bo ku hemû di nava aştî, xwişk û biratî û demokrasiyê de bijîn têdikoşin. Ji bo ku hemû şert pêk werin bila tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bê rakirin. Bila rêya Îmraliyê bê vekirin. Heta ku deriyên Îmraliyê vebin wê têkoşîna me bidome.” Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.  

EDENE 

Li Edeneyê, malbatên girtiyan li dora Girtîgeha Kampus a Kurkçulerê hatin bahev û di bin dorpêça polîsan de daxuyanî dan. Endam û rêveberên Dayikên Aştiyê, TJA, HDK, DBP, DEM Partî, Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirine re ya Akdenîz û Edeneyê (AYKAY-DER) beşdar bûn. Destûr nehate dayîn ku girse biçe pêş girtîgehê. Beşdarvanên ku polîsan ew dorpêçkirin di dorpêçê de daxuyanî dan. Hevserokê DEM Partiyê yê Seyhanê Şefîk Ozbey ê li vir axivî, destnîşan kir ku di serî de li Girtîgeha Îmraliyê li hemû girtîgehan mûameleya nebaş û pêkanînên antîdemokratîk berdewam dikin û got:“Bi îmha, înkar û bişaftinê ev pirsgirêk nayê çareserkirin. Hûn nikarin çand, ziman, govend, kevneşopiyên gelê Kurd qedexe bikin. Em careke din bang li desthilatê dikin; tavilê tecrîdê rakin. Polîtîkayên we yên heta niha pêkanîne îflas kirine. Ji ber vê yekê nêzîkatiya li Abdullah Ocalan di heman demê de nêzîkatiya li siyasetê ye, li hiqûqê û beşên civakî ye.” Daxuyanî piştî stranên li ber erbanê hatin gotin bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

MÊRSÎN 

Li Mêrsînê, malbatên girtiyan li ber Girtîgeha Kampusa Girtîgehê çalakiya rûniştinê kir. Malbatên girtiyan ên di hefteya 15’emîn de pêşmalkên ku bi Kurdî û tirkî li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” li xwe kirin her tim dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” , “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin. Kesên beşdarî daxuyaniyê bûn, xwestin tavilê tecrîd bê rakirin û Rêber Abdullah Ocalan azad bibe. Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.  

AMED 

Di pêşengiya malbatên girtiyan de li Amedê jî çalakiya “Deng bide azadiyê” pêk hat. TUAY-DER’a Amedê, MED TUHAD-FED, Dayikên Nobetên Edaletê, DBP, parlamenterê DEM Partiyê Serhat Eren û hevserokên bajêr û gelek kes beşdarî çalakiya li ber Kampusa Girtîgeha Amedê hate kirin bûn. Girseyê bi tilîlî û çepikan tecrîd şermezar kir. Dayika girtiyê nexweş Civan Boltan, Nazmiye Boltan a li vir axivî û got:“Heta ku malbata Rêber Abdullah Ocalan û parêzerên wî neçin hevdîtinê wê çalakiyên me berdewam bikin.” Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren jî got:“Divê tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan ê li navenda êşkenceyê Îmraliyê 25 sal in tê ragirtin tavilê bê rakirin. YE, Konseya NY vê dibêjin lê li hundir Wezareta Dadê, AKP û MHP, li gorî hiqûqa navnetewî û hiqûqa xwe tevnagerin. Ji ber polîtîkayên şer hemû bêhiqûqî bi awayekî rewa li gelê kurd tên ferzkirin. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan ku aktorê vê pirsgirêkê ye rakin.” Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.