Rexnegiran destek da Lêlûnê

Nûçeyên Çand/Huner

yekşem 27 îlonê 2020 - 16:15

  • Endamê rêveberiya Mihrîcana Lêlûnê ya Sînemayê Cangîn Ebdo got, gelek rexnegirên sînemayê piştgirî dane mihrîcanê.

Endamê rêveberiya Mihrîcana Lêlûnê ya Sînemayê Cangîn Ebdo got, gelek rexnegirên sînemayê piştgirî dane mihrîcanê.
Cangîn Ebdo got, "Di mihrîcanê de filmên karton, belgefilm û roman tên nîşandan. Şênî bi kelecaneke mezin û hejmareke zêde berê xwe didin kampên Berxwedan û Serdemê da ku li filman temaşe bikin."
Wî got, şênî ji bajarê Helebê jî beşdarî mihrîcanê bûne. Ebdo li ser nêrînên rexnegiran jî got, "Rêveberiya mihrîcanê peywendî bi çendek rexnegirên sînemayê yên navneteweyî re danî. Wan piştgirî da mihrîcanê, her wiha filmên ku hatine pêşandan ecibandin. Em serbilind in ku em gihaştin vê astê ku li gorî dilê her kesî ye."
Gava ku nûçeya me dihat amadekirin, Komîteya Nirxandina Filman xwe amade dikir, serketiyên mihrîcanê eşkere bike.

ANHA/ŞEHBA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2020 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.