Rexne bike dibe ku bê kuştin

Duşem 4 Tîrmeh 2022 - 21:15

  • Rojnamevanên Başûr: Li Herêma Kurdistanê niha herî kêm 52 aktîvîst û rojnamevan ji ber fikr û ramanên xwe di girtîgehê de ne. Heger tu bi desthilatê re bî tu azad î, wekî din ti azadiya fikr, raman û karê rojnamevaniyê nîne. Vê kêliya ku em diaxivin jî gef li ser me heye.

IDRÎS KARA

Li Herêma Kurdistanê rewşa dawî ya azadiya fikr, raman û karê rojnamevaniyê çi ye? Çend çalak û rojnamevan li herêmê bi taybetî jî li herêma Behdînanê, ji ber fikr, raman, rexne û karê xwe yê rojnamevaniyê hatin girtin? Niha çend çalak û çend rojnamevan di girtîgehên Başûrê Kurdistanê de ne? Hîn metirsiya girtin û kuştinê li ser rojnamevanên Başûr heye yan na? Em li ser van mijar û pirsan bi rojnamevan Umêd Beroşkî yê ku bi xwe ji aliyê PDK’ê ve hatibû girtin, rojnamevan Berhem Latîf jî ku bi xwe carekê ji ber karê wî ew kiribûn nezaretê û rojnamevan Ayhan Seîd ê ku ji nêz ve rewşa girtiyên Behdînanê dişopîne, axivîn.

Rojnamevan Ayhan Seîd li ser rewşa azadiya fikr, raman û karê rojnamevaniyê bi taybetî li herêma Behdînanê, rewşa girtiyên Behdînanê, çend rojnamevan û çalakvan niha di girtîgehê de ne, axivî.

‘Îsbata nebûna azadiyê ne’

Rojnamevan Ayhan Seîd nimûneya girtiyên Behdînanê weke îsbata nebûna azadiya fikr û ramanê li herêmê nîşan da û wiha axivî; “Girtiyên Behdînanê îsbata wê ye ku li herêmê azadiya fikr û raman heye yan na. Rewş pir xirab e, tenê li Dihokê bi sedan kes li ser karê xwe yê rojnamevaniyê, ji ber fikr, rexneyan hatin girtin. Nerazîbûnên li ji girtina rojnamevan û aktîvîstan hemû, rewşa azadiya li herêmê radixe ber çavan. Nerazîbûn û daxuyaniyên raya giştî, konsolxane û rêxistinên navneteweyî bi xwe îsbateke din in. Em behsa Kurdistanê giştî di nav de jî Dihok Herêma Behdînanê dikin, rewş xirab e.”

420 kes hatibûn girtin

Ayhan Seîd di dewamê de bal bire ser kesên ji dema hikûmeta Mesrûr Barzanî ve hatine girtin û got; “Di Tebaxa 2020’an de piştî ku kabîneya Mesrûr Barzanî dest bi kar kir, ev hikûmeta polêsî û ji bo bêdengkirina dengê azad, wê demê li Dihokê dest bi kirina nezaretê û girtina xelkê kir, qederê 420 kesan hatibûn girtin.

Di Tebaxa 2020’an de piştî ku kabîneya Mesrûr Barzanî dest bi kar kir, ev hikûmeta polêsî û ji bo bêdengkirina dengê azad, wê demê li Dihokê dest bi kirina nezaretê û girtina xelkê kir, qederê 420 kesan hatibûn girtin.. Ev hikûmeteke polêsî û ji bo bêdengkirina dengê azad bû.

Wê demê li Dihokê dest bi kirina nezaretê û girtina xelkê kirin, qederê 420 kesan hatibûn girtin. Pirraniya wan piştre bi kefalet û sozdanê hatin berdan. Yanî li ser bingehê ku bêdeng bibin û careke din neaxivin, hatin berdan. Ev bi xwe jî binpêkirin e. Nêzî 90 kesan di girtîgehê de man, piştre nêzî 30 kesan ku hatibûn cezakirin û cezayê xwe kêşan jî, hatin berdan.

Ji ber ku gelek kes hene û hatine girtin, lê ji ber gefên li malbatên wan hatine xwarin, ew malbat nikarin dengê xwe derxin. Ji bo wê hejmareke tam nîne, lê li gorî lêkolînan û daneyên di destê me de herî kêm 52 kes niha di girtîgehê de ne. Ev kes hemû ji ber karê xwe yê rojnamevaniyê, ji ber rexne û fikrê xwe hatine girtin. 

4 rojnamevan in

Ji van 4 rojnamevan in. Navê wan Şêrwan Şêrwanî, Eyas Kerem, Guhdar Zêbarî û Qehreman Şukrî ne. Beriya niha bi demekê CPT´yê jî di nav de gelek rêxistinên naveteweyî diyar kirin ku li Iraqê tenê 5 rojnamevan di girtîgehê de ne, ew hemû jî li Dihokê ne. Ev jî şermezariyeke din a ji bo azadiya rojnamevaniyê ye. Bi van kiryaran hikûmet navê Kurdan reş dike, desthilat weha dike ku herêm ji derve ne şîrîn be.”

Ayhan Seîd got, niha rewşa rojnamevan û çalakên girtî yên di girtîgehê de pirr xirab e, û behsa gotinên serokê Hikûmeta PDK´ê Mesrûr Barzanî kir. Wî digot ‘Kes li ser karê xwe yê rojnamevaniyê di girtîgehê de nîne’. Wî di dewamê de got, “Piştî axaftinên Mesrûr Barzanî, rojnamevan Şêrwan Şêrwanî hate cezakirin. Ji ber çi, ji ber ku tenê Mesrûr Barzanî rexne kir. Herwiha Eyaz Kerem jî ku behsa cezakirina Şêrwan kir, ew jî di zindanê de hate cezakirin. Kesên niha di girtîgehê de, dema cezayê wan jî temam bûye, lê nayên berdan, ev jî li derveyî yasa û qanûnê ye.” 

PDK’ê ew girtin

Ayhan Seîd bi bîr dixe ku dezgeh û hêzên ewlekariyê li Başûr bi hizban ve girêdayî ne, û wiha dewam dike: “Lewre ev çalak û rojnamevan jî ji aliyê PDK’ê ve hatine girtin. PDK dixwaze her kes bêdeng bibe, ji ber ku tenê daxwaza mafê xwe, mûçe û jiyaneke baş kirin, ev aktîvîst hatine girtin. Ji ber ku nexwestin Kurdistan were dagirkirin, ji ber ku niha ji çar aliyan ve hewla dagirkirina Kurdistanê heye, dewleta Tirk bi dehan kîlometre ketiye nav xaka herêmê. Van çalak û rojnamevanan ev kirinên hanê rexne kirin, nerazîbûn nîşan dan û ji bo wê jî hatine girtin.

Yanî rojnamevan û aktîvîst ne li gorî yasayê hatine girtin, bi hêza çekdarî, li ber çavê zarokên wan ew girtin. Xwestin bi wê pêvajoyê tirsê bixin nava civakê. Dema tên girtin jî bi ti awayî parêzer nikarin wan bibînin. Ev jî li dijî hiquqê ye, ji xwe piştî 4 mehan agahiya her kesî jê hebû ku ew hatine revandin. Dîmenên wan kişandin, gef li wan xwarin ku destdirêjiya cinsî li wan bikin. Ev jî tiştekî ne yasayî û  ne insanî ye û durî exlaqê Kurdiniyê ye.”

Xelkê ditirsînin

Ayhan Seîd dide zanîn ku kesên ji ber fikra xwe hatine girtin, ne tenê ev kes in, komeke din a xelkê jî heye û wiha dewam dike: “Gef li min jî xwarine. Heta vê kêliya niha, ez bi we re di axivim jî, gef li ser min heye. 

Gelek kesên din hene ji neçarî reviyan Ewrûpayê, bi sedan ciwan ji Şeladizê ji ber gefan reviyan û çûn Ewrûpayê. Rojnamevan Nizar Talat Ehmed, aktîvîst Şêrwan Seîd Omar û Ferhad Elî Hamid, bi dehan aktîvîstên din ji ber gefan û tehlûkeya girtinê reviyan Ewrûpayê.”

Herî dawî rojnamevan Ayhan Seîd got; “Dinya hemû dizane xelk li Behdînanê ji ber fikra xwe tê girtin û mirov di girtîgehan de ne. Çima dinya hemû dizane, lê Mesrûr Barzanî nabîne. Ew bixwe jî baş dizane, lê dixwaze xelkê bixapîne û wê nikaribe. Serokê hikumetê bi xwe dizane xelk li ser daxwaza wî tê girtin.”

‘Heger bi desthilatê re bî tu azad î’

Rojnamevan Berhem Letîf jî li ser heman mijarê got, “Heger tu bi desthilatdarê re bî, tu azad î, wekî din ti azadiya rojnamevaniyê li herêmê tineye.” Berhem Letîf da zanîn ku yên ku li rex desthilatê bin, derfetên wan tên pêşwazîkirin, ji bo wan astengî nîne, lê rojnamevanên ku li derveyî desthilatê bin, gef li wan tên xwazrin, maf û hiqûqa wan tê binpêkirin û heta tên kuştin.

Berhem Letîf di dewamê de îşaret pê kir ku esas azadiya li Başûrê Kurdistanê, ne ji bo rojnamevanan e, lê ji bo wan kesan e ku pesnê desthilatê didin û wiha peyivî:“Niha di nava desthilatê de jî, desthilat heye, wek mînak ku ez girêdayî hizbekê bim, divê di nava wê hizbê de jî girêdayî berpirsekî bim. Heger em bixwazin civakê hişyar bikin, dengê xwe derxin, ew ê maf û hiqûqa me binpê bikin.”

Rûyê xwe yê rast vedişêre

Berhem Letîf dibêje, Hikûmeta PDK´ê dixwaze rûyê xwe yê rast bi rêya propagandayê ji derve veşêre û wiha dewam dike: “Lê em dizanin êdî ji derve jî rêxistinên navneteweyî li herêmê hene û vê yekê dibînin. Mesrûr Barzanî dibêje, ka kî hatiye girtin, ez bi xwe du caran li ser karê xwe yê rojnamevaniyê hatime girtin. Girtiyên Behdînanê li ser çi hatin girtin? Vedat Hisên li Dihokê, Serdeş Osman li Hewlêrê li ser çi hatin qetilkirin? Ji ber ku dengekî cuda bûn, hatin qetilkirin, ji ber ku rojnamevanên rêya heqîqetê bûn, hatin qetilkirin.”

Rexne dikare bikuje

Rojnamevan Berhem Letîf got, qanun ne lê ye, her kes xwediyê hezekê ye û heta ev rewş neguhere jî tehlûkeya li ser rojnamevanan wê hebe.

Wî paşê got, “Heger îro ez rexneyekê li berpirsekî bikim, dibe ku sibe werim kuştin. Her kes bi çek e, dadgeheke serbixwe tineye, desthilat li pişt wan e. Ji ber vê, heger muxalif bî, metirsî wê her tim li ser te hebe. Gelek rojnamevan ji ber tehlûkeyan berê xwe dan welatên derve.”

Berhem Letîf di dawiya de bal bire ser rojnamevanên li Bakurê Kurdistanê dewleta Tirk ew  girtine û got, “Sîstema ku niha dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê li dijî rojnamevanan bi kar tîne, PDK jî heman sîstemê li Başûr li dijî rojnamevanan bi kar tîne. Em bang dikin da ku rojnamevan azad bin, em li ser rêya heqîqet û demokrasiyê dimeşîn. Piştgiriya wan ji bo me erkek e, heger îro ew bên girtin, sibe em ê, du sibe ên ku bêdeng jî wê werin girtin.”

‘Azadî di destê desthilatê de ye’

Di 19’ê Tebaxa sala 2020’an de di dema xwepêşandana mamostayan a li dijî derengketina mûçe de li Dihokê rojnamevan Umêd Beroşkî jî hatibû girtin. Dadwerê Dadgeha Dihokê di 22’yê Sibata 2022’yan de biryara  berdana Rojnamevan Umêd Beroşkî piştî salek û heft mehên di girtîgehê de da.

Rojnamevan Umêd Beroşkî jî li ser azadiya fikr, raman û azadiya karê rojnamevaniyê ya li Başûrê Kurdistanê axivî. Li gorî Umêd Beroşkî azadiya fikr bi giştî li herêmê di destê desthilatê de ye, rojnamevanên azad rastî astengiyan tên, tên windakirin û girtin. Umêd Beroşkî got, bi giştî asta azadiya fikr û ramanê ya li herêmê ne baş e. 

Umêd Beroşkî wiha behsa çalak û rojnamevanên girtî kir: “Hemû jî ji ber fikr, raman û hizra xwe ya azad hatine girtin. Dibe ku hemû ne rojnamevan bin, lê di encamê de hemû jî ji ber fikra xwe hatine girtin. Metirsiya li ser karê rojnamevaniyê heye û hîn jî dewam dike, rojnamevan rastî astengiyan tên, ji kar tên derxistin, gefan li wan dixwin û heta bi kuştinê jî ev yek diçe. Yanî hertişt ji aliyê desthilatê ve tê kontrolkirin.”

Umêd Beroşkî behsa rewşa girtiyan kir, got, “Rewşa wan gelekî xirab e, hem di warê tendirustî hem jî di warê mirovî de. Bi giştî rewşa girtiyan xirab e, lê rewşa girtiyên siyasî xirabtir e.”

‘Em xwe xwudanê vê axê dizanin’

Beroşkî di dawiyê de da zanîn ku ew bi awayekî azad nikarin li Herêma Behdînanê karê xwe bikin û got; “Hêvîdar im desthilat jî têbigihe, peyama me tenê ji bo çareseriya pirsên nîştimanî ye. Em ne li dijî desthilat û hilweşîna desthilatê ne. Em dixwazin welat bikeve rêya rast û di berjwendiya xelkê de birêve biçe. Ev welatê me hemûyan e, em xwe xwudanê vê axê dizanin.”

Bîlançoya zilma 3 salan

Ji sala 2019’an ve binpêkirinên li dijî rojnamevanan hatine kirin ev in:

Li gorî Navenda Metro ya ji bo parastina mafê rojnamevanan, sala 2019’an 231 binpêkirin li dijî rojnamevan û saziyên ragihandinê hatine kirin.

Binpêkirin jî ev in: Desteserkirina amûrên rojnamevanan, pêşîgiritina şopandinê, lêdan, gef û heqaret, girtina rojnamevanan a bêyî biryara dadgehê, êrişên elektronîk, girtina saziyan, gulebarankirina rojnamevanan û şewitandina wesayîta rojnamevanan. 

Binpêkirinên 2020’an

Li gorî navenda Metro, sala 2020’an jî 385 binpêkirinên weke girtina bêyî biryara dadgehê, gef, heqaret, ji derveyî yasaya ragihandinê dadgehkirin, destdirêjiya li rojnamevanên jin, şikandina amûrên rojnamevanan, girtina kanal û malperên rojnamevan û saziyên ragihandinê.

Binpêkirinên sala 2021’ê

Di sala 2021’ê de li dijî rojnamevan û saziyên ragihandinê 353 binpêkirinên cuda pêk hatine. Di salên 2020 û 2021’an de desthilata PDK´ê 80 rojnamevan û çalak li Behdînanê kirine nezaretê û girtine.

Binpêkirinên 6 mehên 2022´yan

Sendîkaya Rojnamevaniyê ya Herêma Kurdistanê rapora binpêkirinên li hemberî rojnamevanan a 6 mehên sala 2022’yan jî doh eşkere kirin. Li gorî raporê ji serê salê ve 22 binpêkirin hemberî 62 rojnamevanan hatine kirin û pirraniya wan jî li Hewlêrê bûne.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.