MUJDAT CAN / MA / AMED
Hevserokê DFG’ê Serdar Altan ê xwest ku rojnamevan Silêman Ehmed ê asayîşa PDK’ê revandî û 49 roj in agahî jê nayê girtin were berdan û wiha got: “Divê rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê yên navnetewî di vî warî de hestiyar bin.”
Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan ku serdemekê Nûnertiya Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ku bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hate girtin a Hewlêrê kir, rewşa rojnamevan Ehmed nirxand.
Altan, bal bire ser têkiliyên di navbera rêveberiya başûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê de û anî ziman ku PDK’ê pergala serwer dipejirîne. Ew bi pergaleke ji ya Tirkiyeyê xerabtir e.
Altan, destnîşan kir ku divê bûyera Silêman Ehmed ê hatiye revandin jî di vê çarçoveyê de bigirin dest û got:“Pergala Tirkiyeyê bi rehetî dikare rojnamevanekê/î binçav bike, bigire û wî weke terorîst û îllegal penase bike. Dikare ji endamtiya rêxistinê ceza bike. PDK jî weke şêweyê rêveberiya Tirkiyeyê hewl dide vê bike. Ji bo Silêman Ehmed daxuyaniyeke ku ‘tu eleqeya wî bi rojnamevaniyê nîne’ hate kirin. Lê herkes şahidê rojnamevaniya Ehmed e. Xebata li wir dike li holê ye.”
Tavilê Silêman Ehmed berdin
Altan ê ji bo rojnamevan pîşeya xwe bikin şert û mercên guncav werin afirandin bang kir û wiha got:“Gelek ajans, televizyon û rojname hawîrdoreke xebatê ya rihet nikarin bibînin. Mînak nikarin biçin Hewlêr, Duhok û Zaxo yên di bin serweriya PDK’ê de ne û xebatan bimeşînin. Rojnamevanên li qada ku di bin rêveberiya pêşmergeyên PDK’ê de ye mûameleya sîxuran dibînin û xebata wan tê astengkirin. Ev nayê qebûlkirin. Ji ber vê yekê jî em bang dikin ku Silêman Ehmed tavilê were berdan û astengiyên li pêş azadiya raman û îfadeyê bên rakirin. Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê yên navnetewî divê bi hestiyar bin.”