Rewşenbîran doza azadiya Ocalan kir

Sêşem 26 Nîsan 2022 - 22:42

  • 415 mamosteyên zanîngehê, nivîskar, rewşenbîr, hunermend, parlamenter, rojnamevan û aktîvîstên ji Başûrê Kurdistanê daxuyaniyeke hevpar da û daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kirin.

415 mamosteyên zanîngehê, nivîskar, rewşenbîr, hunermend, parlamenter, rojnamevan û aktîvîstên ji Başûrê Kurdistanê daxuyaniyeke hevpar da û daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kirin.

Kampanyaya ji bo azadiya fizîkî ya Ocalan li welat û derveyî welat berfireh û mezin dibe. Li Başûrê Kurdistanê heta niha partî û aliyên siyasî, bi sedan siyasetvan, rewşenbîr, rojnamevan, mamoste û gelek kes ji xelkê herêmê tevlî kampanyaya îmzeyan bûne.

Doh jî 415 kesayetên Başûrê Kurdistanê û di nava wan de mamosteyên zanîngehê, nivîskar, rewşenbîr, hunermend, parlamenter, rojnamevan û aktivîst hene. Wan bi daxuyaniyeke hevpar da zanîn ku tevlî kampanyaya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan bûne.

Wan got, "Rêber Ocalan ji bo maf û zadiya gelê xwe û gelên Rojhilata Navîn têdikoşe, her wiha rêbertiyê ji tevgera azadîxwaz re dike. Di heman demê de jî di warê fikrî, siyasî û civakî de xwediyê bi dehan pirtûkan e.

Wek rewşenbîrên Kurd, em diyar dikin ku doza birêz Abdullah Ocalan ne dozeke şexsî ye, doza wî dozeke rewa ya gelê Kurd e. Heta doza gelê Kurd bi rêya aştî û demokrasiyê çareser nebe, wê bi ti awayî aştî û aramî li Tirkiye, Kurdistan û tevayî Rojhilata Navîn çênebe. Ji bo wê, niha azadiya birêz Ocalan bûye kilîta çareseriya doza gelê Kurd, çêbûna aştî, aramî û jiyana bi hev re ya demokratîk a gelên herêmê.

Dewleta Tirk û dewletên di komploya navdewletî ya dîlgirtina birêz Ocalan de beşdar bûn, çawan ji jiyan û tendirûstiya birêz Ocalan berpirs in, bi heman awayî berpirsên azadiya wî ne jî. Bi vê armancê em daxwaz dikin, demildest birêz Ocalan bigihe azadiya xwe fizîkî." 

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.