Mazlûm Dag û Abdurrahman Er ên ku ji aliyê PDK'ê ve hatin girtin û cezayê îdamê li wan hate birrîn, ji roja ku hatine girtin û vir ve, mafên wan têne binpêkirin. Ji bo dawî li zext û binpêkirina mafên mirovan bê anîn, gelek caran ketin greva birçîbûnê. Herî dawî di 18'ê Gulanê de ji ber zexta lixwekirina kincê bi yek tîpî û dewamkirina binpêkirina mafên mirovan, ketin greva birçîbûnê.

20 kîlo li xwe kêm kiriye

Necmettîn Er diyar kir ku rewşa tenduristiyê ya biraziyê wî Abdurrahman û Mazlûm Dag her roj bêhtir nebaş dibe û got, "Di bin tecrîdeke giran de ne. Li gorî agahiyan rewşa biraziyê min gelekî krîtîk e. Biraziyê min zêdeyî 20 kîloyan li xwe kêm kirine. Tevî ku di greva birçîbûnê de ne vîtamîne B1'ê nadin wan. Weke ku ew di rojiya mirinê de bin. Em nikarin agahiyên baş ji wan werbigirin. Me parêzerek şand, çû û hat lê encam nîne."

Bi deriyan ve kelepce dikin

Necmettîn Er anî ziman ku li gorî daxwaza dewleta Tirk, Abdurrahman Er û Mazlûm Dag hatine tecrîdkirin û got, "Lixwekirina kincê bi yek tîpî li wan ferz kirin. Ji ber ku wan qebûl nekir, êşkence û kiryarên xerab li wan kirin. Destpêkê êşkenceya fizîkî hinekî kêm bûbû, lê vê carê xistine hucreyên yek kesî, her wiha li korîdorê, bi deriyan ve kelepçekirî bi saetan têne rawestandin."

Rayagiştî bêdeng e

Necmettîn Er ji xemsariya raya giştî gazin kirin û got, wan hevdîtin bi Rêxistina Efûyê ya Naventeweyî re kiriye: "Rayedar ji min re got, çi ji destê wan bê ew ê bikin. Lê belê got, ji ber ku li Başûrê Kurdistanê şaxê wan nîne, ew ê bi rêya buroya li Bexdayê agahiyê bide." Necmettîn Er bang li her kesî kir da ku xwedî li van ciwanan derkeve.

Daxwazên Abdurrahman Er û Mazlûm Dag bi vî rengî ne:

1- Dawî li êşkence û kiryarên xerab bê anîn
2- Lixwekirina kincên bi yek tîpî neyê ferzkirin
3- Dawî li hiştina li yek hucreyê bê anîn, her du jî li heman odeyê bêne bicihkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN