Rewşa Silêman Ehmed eşkere bikin

Şemî 9 Kanûn 2023 - 00:31

Hevserokê Navenda PENa Kurd Omer Fîdan têkildarî rewşa azadiya ramanê li Başûrê Kurdistanê, girtin û revandina  rojnamevan Silêman Ehmed bi Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê YE’yê Dilawer Ajgeyî re civiya.

Armanca serdanê gotûbêjkirina rewşa azadiya ramanê ya li Başûrê Kurdistanê û guftûgokirina rewşa rojnamevan Silêman Ehmed bû ku 45 roj in ji aliyê  PDK’ê ve hatiye revandin.

Di hevdîtinê de Hevserokê Navenda PENa Kurd Omer Fîdan li ser girîngiya azadiya ramanê û rojnamevaniyê axivî û işaret bi xebatên ji bo bidestxistina mafê azadiya ramanê û mafê rojnamevaniyê yê Navenda PENa Kurd kir.

Omer Fîdan, li ser girtina Silêman Ehmed wekî doza dawî ya rojnamevanên girtî, daxwaza berdana wî ji Dilawer Ajgeyî kir. Li beramberî daxwaza Fîdan, Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewropayê Ajgeyî soz da ku ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaza zelalkirina rewşa rojnamevan Silêman Ehmed bike.

Hêjayî bibîrxistinê ye heta niha deh caran parêzerên Silêman Ehmed ji bo hevdîtinê çûne Asayîşa Dohukê. Lê hemû caran bi hincetên cûda rê nehatiye dayîn hevdîtin li gel Silêman Ehmed bê kirin. Li gorî madeya 144’an a yasaya cezayên Iraqê, her kesek bi her îdîayekê were girtin, mafê wî heye daxwaza parêzer bike. Ger nikaribe parêzer bigire, erkê hikûmetê ye parêzerek jê re bigire. Lê PDK rê nade parêzer hevdîtinê li gel Silêman Ehmed bikin. Ev jî binpêkirina destûr û yasaya Iraqê ye.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.