Rewşa Şêrwan xerab e

Sêşem 6 Hezîran 2023 - 14:11

Parlamenterê berê yê Iraqê Serkewt Şemsedîn derbarê rewşa tenduristiyê ya Girtiyê Behdînanê Şêrwan Şêrwanî de, li ser medya dijîtal peyamek belavkir.

Serkewt got ku li gorî belgeyên bi dest rêxistinek Emerîkî ketine û gihiştiye destê wan jî, rewşa tenduristiyê ya girtiyê Behdînanê Şêrwan Şêrwanî yê di girtîgeha Hewlêrê de ber bi xirabiyê diçe û metirsiyek cidî li ser jiyana wî heye.

Di dewamê de Serkewt got; “Li gorî belgeyên li ber destê me, hinek berpirsên girtîgehê ji vê rewşa metirsîdar a li ser Şêrwan berpirsin. Lê ji ber mijar hestiyar e, ez behsa hûrguliyan nakim. Lê divê parêzerên xwebexş û rêxistinên civaka sivîl vê yekê lêkolîn bikin û derbarê rewşa Şêrwan Şêrwanî de agahiyan bigrin. Divê Wezareta Kar û Karûbarê Civakî ji bo veguhestina Şêrwan Şêrwanî ya ji bo girtîgeha Silêmaniyê lez bike. Herî kêm wê li wir rû bi rûyê zilm, êşkenceya derûnî û fizîkî nebe û malbata wî wê bikare li wir serdana wî bikin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.