• Di serlêdanê de hate gotin Ocalan bêyî derfetê berdana bi şert li cezayê muebbetê hatiye mehkûmkirin, ew jî li dijî xala 3’an a Peymana Mafên Mirovan a Ewrûpayê (PMME) ye.

Gelek rêxistinên mafên mirovan, ji bo Rêber Abdullah Ocalan û sê girtiyên din ên li Îmraliyê, muraecatî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewrûpayê kir.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Mezoportamyayê (MA), Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) û Weqfa Lêkolînên Hiqûq û Civakê (TOHAV) serî li komîteyê daye.

Serlêdana rêxistinên mafên mirovan têkildarî “cezayên girtîgehê yên girankirî” ên Rêber Abdullah Ocalan, Hayatî Kaytan, Emîn Gûrban û Civan Boltan e.

Çima Konseya Ewrûpayê?

Komîteya Wezîran a Konseya Ewrûpayê (KWKE) ji ber ku bi kontrolkirina bicihanîna biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê (DMME) berpirsyar û wezîfedar e, serlêdan li Konseya Ewrûpayê (KE) hate kirin.

Di serlêdanê de hate gotin Ocalan, her wiha Kaytan, Gûrban û Boltan a bêyî derfetê berdana bi şert li cezayê muebbetê hatine mehkûmkirin, ew jî li dijî xala 3’an a Peymana Mafên Mirovan a Ewrûpayê (PMME) ye. Di serlêdanê de ji komîteyê hate xwestin ku van biryaran di her civîna xwe ya heftane û demkî de bixe rojevê.

Saziyan di serlêdanê de bi bîr xistin ku Komîteya Wezîran heta niha ev biryarên têkildarî Abdullah Ocalan, Kaytan, Gûrban û Boltan hatine dayîn nexistiye rojeva xwe.

Rêxistinan bal kişand ser 4 pîvanên DMME’yê ku di nava Hiqûqa Tirk de bersiva xwe nîne û ev pîvan bi bîr xist: “Ceza ji aliyê hiqûqî ve dikare bê kêmkirin”, ‘Bicihanîna ceza divê li gorî resosyalîzasyona hikumxwar be û li bidawîbûna rewşa metirsîdar bê’, ‘Di pêvajoya jinûve nirxandina ceza de hikumxwar xwedî misogeriya ûsûlî be’, ‘Ceza dikare bi fîîlî bê kêmkirin’.”

Di serlêdanê de hate ragihandin ku ji ber qedexeyên berdana bi şert, mafê hêviyê li şertê ‘ceza ji aliyê hiqûqî ve dikare bê kêmkirin’ nayê û hate gotin, “Mafê hêviyê” hebûna mekanîzmayeke ku ceza jinûve binirxîne ferz dike.

Armanca desthilatdariya siyasî

Her wiha rêxistinên mafên mirovan bal kişand ser nîqaşên li ser rakirina cezayê îdamê yên sala 2002’an li Meclîsê hate kirin û daxuyaniyek Alîkarê Serokwezîrê wê demê Mehmet Alî Şahîn bi bîr xistin.

Di serlêdanê de hate bibîrxistin, ku Şahîn hingî gotibû “Eger hûn kesekî îdam bike wê carekê bimire. Eger hûn cezayekî giran lê bibirin hûn ê wî her roj bikujin”. Di serlêdanê de hate destnîşankirin ku ev gotin, armanca desthilatdariya siyasî ya ji birîna cezayê giran a li Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî radixe pêş çavan.

Derfetê nade berdana bi şert

Di serlêdanê de her wiha “Plana Çalakiyê” hate bibîrxistin ku 24’ê Tîrmeha 2015’an ji aliyê hikumetê ve hate pêşkêşkirin û hate destnîşankirin ku di rewşa heyî de planek nîne ku derfetê bide berdana bi şert.

NAVENDA NÛÇEYAN