PDK 13’ê Îlonê ji 200 wesayîtên zirxî, tank, çekên giran û zêdetirî hezar çekdaran, berê xwe da zozanên Biradostê, bi darê zorê cotkar û koçerên vê deverê, neçar hişt ku di nava 24 saetan de cihên xwe biterikînin.
Li gorî agahiyên Rojnews’ê li zozanên devera Biradostê nêzîkî hezar û 286 malbatên ji cotkar û koçeran pêk tên, hene. Van malbatan bi neçarî ji deverê koç kirin, dest ji berhemên xwe yên çandiniyê berdan.
Biradost dikeve sêgoşeya Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê bi gotineke din dikeve sînorê dagirkerên Kurdistanê Iraq, Îran û Tirkiyeyê. Devera Biradost girêdayî Îdareya Serbixwe ya Soran ya parêzgeha Hewlêrê ye. Di aliyê erdnigarî de devereke çiyayî ye û deştên wê kêmin. Ev dever ji bo ku bikaribin sewalkariyê lê bikin, bûye cihê koçeran. Zozanên wê yen girîng li Kelaşîn, Mêrgemîr, Berbizina, Xinêre, Lolan, Çiyayê Goşînê, Çiyayê Şekîf, Xakûrk, Bolê û Holê ne. Salane bi hezaran koçer û cotkar diçin van zozanan karê sewalkarî û cotkariyê dikin.
Em derbeder bûne
Hinek ji van cotkar û koçeran negihiştin ku hemû kelûpelên xwe bi xwe re bibin. Tenê karîn sewalên xwe rizgar bikin. Hinek ji wan nêzîkî 10 saetan bi rê ve bûn heta karîn li devera bi saya hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk û Îranê re bûye devereke metirsîdar, dûr bikevin û sewalên xwe rizgar kirin.
Koçerên ku bi darê zorê ji aliyê PDK’ê ve hatine koçkirin niha li gundê Kejek yê Biradostê konên xwe vedane. Ew di nava nerehetî û bêderfetiyan de jiyan dikin. Ne ceyrana wan heye, ne jî ava wan a vexwarinê. Ew li cihekê ne û sewalên wan jî li cihekê. Dest ji çêkirina berhemên şîr (mast, penîr, lorik, şîrij, keşk, sertî, jajî û nîvişk) berdane û gelek zirar kirine.
Cadir Umer ji Rojnews’ê re behsa rewşa tê de ne dike:“Em li Kelaşînê bûn. Hikûmet hat û ji me re got ji vê derê biçin ji ber ku îhtîmal û metirsiya çêbûna şer heye. Em jî ji tirsan reviyan û me nekarî hemû kelûpelên xwe jî bînîn. Em hatine vê derê û heta niha tu kes li hewara me nehatiye û rewşa me ne pirsiye. Dema me ya koçkirinê hîn nehatiye, hîn germe û li xwarê jî mêrg nîne. Lê em bi neçarî dan koçkirin. Serê me gelek êşandin. Ji ber ku em bê mal û hal man û derbeder bûn.”
Rêbaz Behrî jî got; “Mast, penîr, lorik û şîrê me hemû xirab bû. Ji ber ku ceyran nîne û ava sar jî nîne ku em bixinê. Lewra em gelek bifikar in.”
Eshed Ehmed Pîre jî got:“Hikûmetê ji me re got ‘wê şer çêbibe, ji vê derê biçin’, lewra em neçar bûn ku ji zozanên xwe yên hûnik û xweş ber bi cihên germ û çol ve koç bikin.”
NAVENDA NÛÇEYAN