Rewşa girtiyên nexweş xirab e
Şemî 3 Gulan 2025 - 03:00
Nuray Çevîrmen bi lêv kir ku rewşa girtiyên nexweş her ku diçe xirabtir dibe û wiha got:" Pergalek înfazê ya ku ji kokê de li derveyê mafên mirovan e, derket holê. Di vê pergala înfazê de mirov nikare nexweş nekeve."
Li Tirkiye polîtîkayên girtîgehan her roja diçe dibe sedema binpêkirinên herî giran ên mafan. Di aliyê girtiyên siyasî de, bi taybetî rewş her ku diçe xirabtir dibe. Li her girtîgehên li Tirkiye û Kurdistanê, weke îşkencexane tê binavkirin. Derbarê çareseriya pirsgirêkê de tu gav nayên avêtin, berovajî pirsgirêk kûrtir dibe.
Nuray Çevîrmen, bi bîr xist ku rapora ji aliyê ÎHD’ê ve di sala 2022’yan de hatiye amadekirin, rojane kirine û çend roj beriya niha bi rayagiştî re parve kirin. Nuray Çevîrmen, wiha got: “Lê divê em bêjin ku zêde zêde girtîgeh hatin çêkirin. Zêde zêde girtî ketin û derketin. Gelek zehmet e ku mirov ji nû ve bigihê tomarên van girtiyan. Heta tu bêjî zêde girtî tên sirgûnkirin. Mînak me rapora xwe aşkera kir, lê niha em nizanin ku çend ji wan girtiyên di wan lîsteyan de birine deverên din, çend kesan ji nû ve birine şûna wan, çend ji wan nexweş in. Ev kedek mezin dixwaze.”
Nuray Çevîrmen, destnîşan kir ku ji bo rejîma înfazê jî mirov nikare bêje ku tenduristiya girtiyan baş e û wiha pê de çû: “Girtîgeh, cîhên ku mirov demeke diyarkirî tê de ji azadiya xwe bêpar tên hiştin e. Her wiha bi mirovên din re di aliyê mafan de xwedî mafên wekhev in. Lê belê li van deran girtî, 22 saet û nîv bi tena serê xwe tên hiştin. Nahêlin ku bi kesî/ê re temas bikin.”
Nuray Çevîrmen da zanîn ku piraniya girtiyan bi ferzkirina poşmaniyê rû bi rû dimînin û tehliyeya wan tê astengkirin. Nuray Çevîrmen, bi bîr xist ku di nav vana de yên nexweş jî hene û destnîşan kir ku astengkirina tehliyekirinan bi xwe jî dikare wek binpêkirina mafê tenduristiyê bê nirxandin.
NÛJINHA/NAVENDA NÛÇEYAN/SERPİL SAVUMLU