Li seranserî cîhanê azadiya fikir û raman mafek bingehîn yê mirovan e, lê tê binpêkirin. Li Herêma Kurdistanê bi taybet jî li herêmên dibin serweriya PDK’ê de ye, ne tenê rojnamevan, xelk jî nikare desthilatê rexne bikin. Bi taybet rojnamevan tên revandin, girtin û qetilkirin. Edîtorê beşa Erebî ya Rojnewsê Silêman Ehmed ji aliyê PDK’ê ve hat revandin û 97 roj in agahî jê nayê girtin. Derbarê azadiya fikir û raman a li Herêma Kurdistanê, parêzer Karzan Fazil axivî. Karzan Fazil da zanîn ku li gorî raporên navxweyî û navneteweyî, rewşa azadiya fikir û raman, karê rojnamevanî di astek xirab de ye û got:“Sedema vê yekê jî nebûna serweriya yasayê ye, herwiha li hemberî mafê mirovan binpêkirin tên kirin. Ji ber ku hêz ne li gel hikumetê ye, li gel hizban e.” Di dewama axaftina xwe de Fazil got ku gelek dosyayên girtiyan hene, ti agahiya dadwer jê nîne û dibêje:“Niha dijî gelek kesên hatine binçavkirin binpêkirin heye, ew kes nikarin parêzerên xwe jî bibînin. Dîtina parêzeran, yek ji mafên herî bingehîn e. Gelek kes hene parêzer dixwazin xwe bigihînin, lê piştî 3 mehan jî nikarin kesên hatine binçavkirin bibînin. Ev yek hemû bi xwe re gumanên mezin ava dike.”

ROJNEWS/BARAN GERMIYANÎ