Di xwepêşandanên li Herêma Kurdistanê de gelek kes ji aliyê hêzên hikumetê ve hatine binçavkirin. Heya niha jî çarenûsa 7 kesên li Silêmaniyê hatine binçavkirin nayê zanîn. Endamê komîteya amadekar ya xwepêşandanan diyarkir ku girtina çalakvanan, wê bi xwe re helwestek cûda di nava xelkê de çêke.

Xwepêşandanên li Herêma Kurdistanê li dijî gendelî, nedana mûçe û rewşa Xirab ya Herêma Kurdistanê dewam dikin. Beriya sê rojan Kongreya Dengê Nerazî li Silêmaniyê xwest li ber derê walitiya Silêmaniyê xwepêşandanekê li dar bixe. Beriya ku xwepêşandan dest pê bike gelek kes ji aliyê polîsan ve hatibûn binçavkirin. Hîn jî çarenûsa kesên li Silêmaniyê hatine binçavkirin nayê zanîn.

Endamê komîteya amadekar yê xwepêşandanên li Silêmaniyê Osman Gulpî ku bi xwe jî beriya sê rojan hatibû binçavkirin û pêr hate berdan, da zanîn ku gelek hevalên wan hatine binçavkirin, lê ji ber hejmara wan ji aliyê hêzên asayîşê ve têne veşartin, ew nizanin çend kes niha di bin çavan de ne.
Osman derbarê çarenûsa endamên komîteya amadekar ya xwepêşandan ên hatine binçavkirin de jî got; “Mixabin hîn jî Ebdula Mela Nurî (parlamenterê berê) Şêrko Heme Emîn (parlamenterê berê) Ezîz Rauf, mamosta Saman Tahir, Nemcedîn Salih, Adil Hesen û Şalaw Mehmud ku endamên komîteya amadekar ya wepêşandananin, nehatine berdan û çarenûsa wan nayê zanîn.”

Oldaran piştgiriya xwepêşandanan kirin

Li Silêmanî û Koyê hejmarek mamostayên olî diyar kirin ku xwepêşandanên welatiyan rewane. Xwestin kesên hatine girtin werin berdan û gotin;” Bi ti hîncetan nabe xwîna zarokên vî gelî were rijandin.”

Li navçeya Koyeyê ya Hewlêrê oldaran têkildarî rewşa Herêma Kurdistanê daxuyanî dan û piştgirî dan daxwazên xwepêşanderên Herêma Kurdistanê.
Oldaran têkildarî rewşa Herêma Kurdistanê daxuyanî dan û berpirsyartiya rewşa niha xistin stûyê berpirs û desthilatên Herêma Kurdistanê. Herwiha diyar kirin ku sedema rasteqîn birçîkirin, birîna qût û mûçeyê xelk û karmendên rasteqînin. 

Seroka Parlamentê soz da

Parlamenterên Parlamentoya Herêma Kurdistanên yên ku ji bo piştgiriya daxwazên xwepêşandanên Herêma Kurdistanê 5 rojin ketibûn grevê, dawî li çalakiya xwe anîn. Li ser navê parlamenteran Ebubekir Helednî axivî; bi bîr xist 12 kes di xwepêşandanan de hatine kuştin û got; “Seroka parlamentoyê Dr. Rêwaz Fayiq serdana me kir û soza lêkolînkirina rewşa li herêmê diqewime da. Wê serokatiya parlamentoyê li ser lihevkirina 50 salî ya di nava Herêm û dewleta Tirk de, serokê hikumetê vexwîne parlamentoyê.”

Zarokên berpirsên PDKʼê jî hene

Li bajaroka Qesrê 10 ciwan bi hêceta hewildane xwepêşandan bikin, ji aliyê asayîşa Çomanê ve hatibûn binçavkirin. Piştî wê bi rojekê jî nûçegihanê ajansa me Zusik Hemed ji ber nivîsek xwe ya di derbarê ciwanên girtî de, ji aliyê asayîşa Çomanê ve hate binçavkirin. Tê gotin 5 ji ciwanên hatine binçavkirin, zarokên berpirsên PDK’ê bûn û hatine azad kirin. n

NAVENDA NÛÇEYAN