Rêwiyê berxwedanê: Cîger Goyî

Duşem 7 Tîrmeh 2025 - 03:15

  • Fermandarê leheng ê gelê Kurd Cîger Goyî bi têkoşîna xwe navê xwe li dîroka berxwedanê ya Kurdistanê nivîsî. Rêwîtiya wî ne tenê fîzîkî bû; bi ruh, bedewiya xwe li serê çiyê bi hevrêyên xwe re bû. 

Orhan Urek (Cîger Goyî) li nava malbaetke ji eşîra Goyî ji dayik bû. Bi stranên gerîla û çîrokên lehengiyê mezin bû. Ji ber vê yekê weke gelek ciwanên ji Botanê têkoşîna azadiyê zû nas kir û sala 2008’an berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

Kesayeta xwe ava kir 

Di nava pratîka zehmet de, di nava şert û mercên şer û jiyanê de kesayetiya xwe ava kir; bi wêrekî, tecrûbe û agahiyê kir yek, bi vî rengî hîmekî xurt danî. Wî zanîbû ku şoreş bi hêsanî nayê qezenkirin û bi vê baweriyê gav diavêt. Çeteyên DAÎŞ’ê dema ku sala 2014’an êrîşî Şengalê kir, dixwest vê xaka qedîm bi dest bixe û tarî bike. Haya DAÎŞ’ê ji îrade û hêza pêlav zeran nebû. Halbûkî wê şevê, di şewqa heyvê de siwariyên Apoyî bi pêşengiya Cîger Goyî ber bi Şengalê ve gav avêtin. Xwe gihandin hawara gelê xwe. Li geliyên ku veguherîbûn cihê êşê; dengê giriyê zarokên tî û birçî, nalîna birîndaran dihat. Extiyar û jinan alavên xwe dabûn ser milê xwe û ji mirinê direviyan, her tiştên xwe li pişt xwe dihiştin.

Li refên pêş bû 

Cîger û hevrêyên wî ji bo parastina Şengalê û gel li refên herî pêş ê şer bûn. Di wî şerî de bêhn hat ber Şengalê û bû şewqa hêviyê. Şerê gerîlayên azadiyê yên li hemberî DAÎŞ’ê di germa Tebaxê de bê navber dewam kir. Gerîla herêmên ku ketibûn destê çeteyan rizgar dikirin û nuqteyên xwe diparastin. Moral, hêvî û soza berxwedanê didan gelê Êzidî. Gerîla Cîger û hevrêyên wî bi şev û roj şer kirin, bi gelê xwe re li ser piyan man. Bi îradeyeke xurt û berdêlên gelekî giran Şengal hate parastin û careke din radestî gelê wê hate kirin. Fermandarê vî şerê dîrokî Cîger Goyî bû. Wî rê nîşan da, şer koordîne kir, plan kir; barê giran hilda û rola xwe diyarker bû. Cîger li xaka Şengalê çar salan li ber xwe da û piştre careke din berê xwe da çiyayên azad.

Azadiya Rêber Apo 

Hezkirina hevalê Cîger a ji Kurdistanê û gelê xwe ew mezin kir; kir endamê Konseya Fermandariyê ya HPG’ê. Di oxira vê hezkirinê de xwe perwerde kir, bi pêş xist, li qada leşkerî şareza kir û mohra xwe danî binê gelek serketinan. Wî bi xwe ev rastî bi vî rengî pênase kir: “Hezkirina min a mezin a ji gelê xwe têkoşîna min mezin kir. Meseleya me ya herî mezin divê ew be ku bi vî şerî azadiya Rêber Apo pêk bînin û wî vegerîne nava gelê wî’. Bi vê têgihiştinê armanca xwe diyar kir, nexşerêya xwe destnîşan kir. 

Bû mînak 

Rêwîtiya wî ne tenê fîzîkî bû; bi ruh, bedewiya xwe li serê çiyê bi hevrêyên xwe re bû. Şehîd Cîger bi meşa xwe ya ji 12 salan, bi rêbaza xwe ya jiyana rêxistinbûyî, bi ciwantiya xwe ya dînamîk û jêhatîbûna xwe ji hezaran kesî re bû mînak.

ANF/DÎLARA NÛRHAQ/ BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.