Herkes piştgiriyê bidin pêvajoyê

În 1 Tebax 2025 - 03:50

Gelek jin beşdarî şîna Feraşîn Bêrîtan Pirsûs (Berîvan Demîr) a gerîlaya YJA Starê ya ku li qada Çemankê ya herêma Garê di 2019’an de şehîd bû, bûn. Xûşka Feraşîn Bêrîtan Pirsûs Şehrîban Demîr, di şîna xûşka xwe ya ku li taxa Marût a navçeya Pirsûs a Rihayê hate danîn de diyar kir ku xûşka wê ji bo azadiya jinan têkoşiya û got:“Berîvan, ji bo jin xwe karibin biparêzin û ji bo hezkirina xwe ya malbatê û gel beşdarî vê têkoşînê bû.” Şehrîban Demîr, diyar kir ku xûşka wê dema destgirtî bû tevlî têkoşînê bûye û got:"Bêrîvan pir jîr, dilsoz û dilşad bû. Em bi hev re mezin bûn. Ew hevrêya min bû. Ew pir cûda bû. Ew her gav bi serbilindî dimeşiya. Bêrîvanê digot, 'divê tu jin serî tewandî nemeşin.' Îro, em bi serbilindî dimeşin." Şehrîban Demîrê, destnîşan kir ku xûşka wê hezkirina xwe ya malbat û gelê xwe veguherandî têkoşînê û divê her kes piştigriyê bide pêvayê û got:“Ez dizanim Berîvanê jî ev tişt dixwest. Dixwest ku kesek negirî, dayikên şehîdan negirîn. Êdî em aştiyê dixwazin. Bila dayikên gerîla û dayîkên leşkeran destên hev bigirin. Dilê me şewitî bila yê kesê neşewite. Divê her kes piştgiriyê bide pêvajoya aştiyê. Bila ev şer bi dawî be. Aştiyeke mezin pêk bê. Em wek malbata Berîvanê aştiyê dixwazin.”

MA/RIHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.