‘Rêwîtiya xeyalî’ ya Lubondo

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 26 Çile 2022 - 22:15

  • Lubondo dibêje, “Ji bo modelan pereyên min tine bûn, ji ber rewşa aborî min tercîhek wiha kir. Her wiha pirsgirêka wext jî hebû. Ji lewma her du kesê ku bi lîstika damayê dilîzin ez im. Ji bo karibim wêneyên xwe li mekanên wiha bigirim ez gelek wext derbas dikim.”

ARDÎN DÎREN

Wênegira bi navê Gosette Lubondo ku ji Kongoyê ye xwe di warê wêneyên xeyalî de ceribandiye û wê di trêneke kevn ya ku êdî nayê bikaranîn de gelek wêneyên xeyalî girtiye. Ew navê vê koleksiyona xwe ya ku ji wêneyên cur bi cur yên xeyalî pêk tên jî kiriye “Rêwîtiya xeyalî”. 

Lubondo di vê rêwîtiya xeyalî de gelek wêneyên balkêş girtiye lê wêneyê herî ecêb û bi bandor ew wêneye ku wê bi xwe tê de cî girtiye. Yanî bi gotinek din wê ji xwe re modelî jî kiriye di vî wêneyî de. Lubondo serpêhatiya vî wêneyê wiha rave dike, “Ev du kesên ku di trênê de lîstika damayê dilîzin ez im. Ji bo pereyên min têra modelan nekir ez mecbûr mam ku ji xwe re modeliyê jî bikim.” Mirov gava li ser wêneyê Lubondo baş dihizire jidil jî wêneyêkî bi bandor e; ew hîsa valahiyê mirov ber bi wêneyî ve dikişkişînê û mirov yekcar xwe di wê demê de hîs dike. Yanî serpêhatiya wêneyî bi mirovan re meraqekê çêdike.

Nihêrîna li hafize û bihûrîna wext

Lubondo van wêneyên xwe yên xeyalî li îstasyona trênê ya Kinşasa’yê girtiye. Kinşasa paytexta Kongoyê ye. Lubondo dibêje ku wê ji bo nihêrîna hafizayê, bihûrîna wext û xwedîderketina li ciyên kevn van wêneyên xwe girtiye û dixwaze balê bibe ser van babetan.

Lubondo diyar dike ku taxa wê lê wêne girtiye taxeke xizan e û gelek ciwan ji bo karibin debara xwe bikin li îstasyonê karên rojane dikin. Lê gelek caran jî ew tu karî nakin ji lewma nikarin kar bibînin û bê kar li hawîrdorê digerin. Ev îstasyon ji vî awayî pirr bala wê kişandiye û ew jî xwestiye wêneyên xwe di trêneke kevn ya ku êdî nayê bikaranîn de bigire.

‘Ji bo modelan pere tine bûn’

Lubondo dema behsa wêneyê xwe dike dibêje her tişt bi awayekî tesadûfî pêk hat. Destpêkê ew çend wêneyên dijîtal digire û wan wêneyên xwe li hev siwar dike ango datîne ser hev. Serê pêşî wê niyet nekiriye ku weke model cî bigire di wêneyê xwe de lê ji ber modelên wê tinebûne ew xwe li vî karê jî germ kiriye û weke model cî girtiye. Lubondo dibêje, “Ji bo modelan pereyên min tine bûn, ji ber rewşa aborî min tercîhek wiha kir. Her wiha pirsgirêka wext jî hebû. Ji lewma her du kesê ku bi lîstika damayê dilîzin ez im. Ji bo karibim wêneyên xwe li mekanên wiha bigirim ez gelek wext derbas dikim. Dema kes zêde bibin ez pê re nagihîjim û ev yek min aciz jî dike. Herî dawî dibînim ku li pêş û paşê kemarê jî ez heme. Ez bi gelemperî kamerayek, trîpodek û kumandayeke ji dûr wêneyan digire bikartînim. Malzemeyên min ev in.” 

Rêwîtiyeke ne diyar

Di wenêyê Lubonda de çenteyekî ku li serê “Bakur bibînin” dinivîse jî heye. Lubondo ev wêne ji bazarê kiriye û bi zanebûn li wir bi cî kiriye. Dixwaze bi vê yekê girêdaneke navneteweyî jî li wêneyê xwe zêde bike. Lubondo wêneyê xwe wiha şîrove dike, “Hûn nikarin di paceyên trênê de tiştekî bibînin. Ji lewma jî dibe ku ev rêwîtî li her devera dinyayê be. Yanî cî û wext ne diyar e. Wêne bi tena serê xwe hin tiştan tîne ziman lê ji bo serpêhatiyên mezintir bi wêneyên din yên xeyalî re baştir tê fêhmkirin. Ev wêneyên min yên xeyalî behsa rêwîtiyeke ne diyar dikin, rêwîtiyeke ku bi dawî nabe û dawî nehênî ye.”

Trêna ji dema kolonyalîzmê

Fîgûrên Lubondo kesên berê û yên niha bi hevre temsîl dikin. Lubondo dibêje ku gelek mirov fîgûrên wê weke xeyaletan dibînin. Ji lewre hebûn û nebûna wan baş diyar nake. Lê Lubondo li fîgûrên xwe wiha mêze nake û dibêje min van fîgûran bi zanebûn ava kiriye; “Ev fîgûr temsîliyeta civaka Kongoyê ne. Min van fîgûran bi zanebûn li ciyên ku hatine valakirin bi cî kir. Ev wêne hafizeya şexsî û ya kolektîf tînin bîra mirov. Her wiha dîroka Kongoyê jî. Ev vagonên trênê yên niha nayên bikaranîn ji dema kolonyalîzmê mane. Li vir dixwazim bihûrina wext bi aweyekî rasteqîn û xeyalî vebêjim. Vê yekê jî bi rêwîtiyeke mecazî pêk tînim.”

‘Asteng nakin lê ecêbmayî dimînin’

Bavê Lubondo jî weke wê wênegir bûye û ew jî li ber destê bavê xwe fêri vî karî bûye. Rojekê ew kamerayeke bavê xwe jê digire û careke din nade wî. Dema temenê wê dibe 17 salî ji bavê xwe re dibêje ku dê vî karî bidomîne û qet dev ji vî karî bernede. Bavê wê jî vê hewesa wê naşikîne û li hember nabe asteng. Lê ew jî bi guman nêz dibe û zêde hêviyên wî tine ne ji bo keça wî. Lubondo weke bavê xwe demek dirêj çûye wêneyên dawetan girtiye û bi karên ticarî re mijûl bûye. Lubondo dibêje ku li Efrîqa dema jinek wênegirî bike ev kar rasterast nayê astengkirin lê bes ecêbmayî dimînin û gelek caran xwestine wêrekiya wê qels bikin. Îro her çend li Kongoyê wênegirên jin yên weke Lubondo zede bûbin jî hina jî hejmara wan kêm e û di nav civakeke baviksalarî de jiyana xwe didomînin.

‘Bikêr tê an nayê ew tiştekî din e’

Lubondo di sala 2013’an de dev ji zewac û karên ticarî berdide û bala xwe dide ser projeyên şexsî yên wênegiriye û wêneyan digire.

Gelek wextan bi zor û zehmetî jiyana xwe didomîne. Ne çavkanî û ne jî pereyên we çêdibin û tengezar dibe. Lê wê bi eynad ev kar domandiye û dibêje, ew ê vî karî dewam bikim ji lewra karên ku dike niha wê jî tatmîn dike. Lubondo wiha dibêje, “Ji bo karibim wêneyên xwe yê ewil bifiroşim sê sal derbas bûn. Min perwerdeya xwe bi dawî kiribû û mirovên derûdorê ji min re digotin, ‘Tu yê kêngî karekî baş ku bi kêrî te were ji xwe re bibînî?’ Lê ji bo min projeya ‘Rêwîtiya Xeyalî’ pirr girîng bû. Nexasim jî di vî zemanî de dûrketina ji tişten weke mode tên nîşandan tiştê herî baş e. Divê mirov ji wan rêgezên ku biryarê didin û dibêjin ‘ev baş e û ev jî ne baş’ dûr bikeve. Ez ji xwe re dibêjim, ez ê vî karî bidomînim û bikêr tê an jî nayê ew tiştekî din e.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.