Rêwîtiya ji bo xwezayê

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 27 Cotmeh 2022 - 01:15

Du hevalên hawirnas (ekolojist) ji bo balê bikşînin ser rewşa xwezayê bi bisqilêtên xwe derketin ger û geşta dinyayê. Her du heval di 28’ê Nîsana 2022’an de ji bajarê Frankfurt yê Elmanyayê dest bi rêwîtiyê kirin û dê ev rêwîtiya wan li Sîngapurê bi dawî bibe.

Hanna Ollos ekolojîsteke ji Slovakyayê ye û hevalê wî Jonas Sommer jî ji Elmanyayê ye. Ew di vê rêwîtiya xwe de xwezaya welatên ku tê re derbas dibin nas dikin û li ser xwezaya wan welatan gelek lêkolînan dikin û nîşeyan digirin. Wan heta niha Çekya, Awisturya, Slovakya, Macarîstan, Romanya, Bulgarîstan û Tirkiye derbas kirine.  

Bi roj bi bisqilêtên xwe rê diçin û bi şev jî di çadirên xwe de radikevin. Li cihê ku lê bêhna xwe vedidin dest bi lêkolînan dikin, nexasim jî di derheqê xweza, çavkaniyên avê û daristanan de lêkolînan dikin û nîşeyan digirin. Her wiha bi saziyên ekolojîst yên li wan welatan re jî têkiliyan çêdikin û armanca xwe bi wan re jî parve dikin.

Hanna û Jonas heta niha 5 hezar û 500 kîlometre  rê çûne û li 8 welatan kon vedane. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.