Rêveberiya Xweser nas bike

Duşem 1 Mijdar 2021 - 23:08

  • Rêxistina Jongfruske Mienskip bi nameyekê ji parlamena herêma Friesland a li bakur rojavayê Holandayê xwest ku mîna parlamena Katalonyayê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê nas bike. 

Rêxistina Jongfruske Mienskip bi nameyekê ji parlamena herêma Friesland a li bakur rojavayê Holandayê xwest ku mîna parlamena Katalonyayê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê nas bike. 

Rêxistinê got, “Rêxistina Jongfryske Mienskip têkiliyên wê bi gelek hindikahiyan re hene. Gelek caran ji me tê xwestin ku em piştgiriya wan hindikahiyan bikin, ne tenê li ser asta fikir lê belê di pratîkê de jî. Heke em bixwazin alîkariya Kurdên li Rojava bikin, ev bi gotinên xweş tenê nabe.

Rêveberiya li Rojava dixwaze ev herêm wek federasyonekê bê naskirin û dixwaze bi herêmên din ên Sûriyê re hevkariyê bike. Em ji parlamena Friesland dixwazin mîna parlamena Katalonyayê bike.

Em ji endamên parlamenê dixwazin ku di civîna xwe ya bê de naskirina Rojava wek rêveberiyeke xweser nîqaş bike.

Parlamena Frieslandê di 26`ê Sibata 1782`yan de Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê weke dewleteke serwer nas kir.

Em bang li parlamena Frieslandê dikin da ku Rojava wek federasyon nas bike."

Name bi mohra Endamê Meclisa Rêveber û Şêwirmendên Siyasî yê Jongfryske Mienskip, Schord Groenehof hat şandin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.