Di 3 rojan de hezar îmze

Duşem 30 Gulan 2022 - 22:18

  • Fînlandiyayiyan nerazîbûn nîşanî qedexekirina PKK’ê da û diyar kir ku ew piştgiriyê didin gelê Kurd.

Fînlandiyayiyan nerazîbûn nîşanî qedexekirina PKK’ê da û diyar kir ku ew piştgiriyê didin gelê Kurd.

Fînlandiyayî bi awayekî çalak tevlî kampanyayên îmzeyan dibin û di rojên dawîn de bi komên ku ava kirine, gelek îmze kom kirin.

Fînlandiyayiyan li ser înstagramê kampanyayek da destpêkirin û peyamên ‘Ez jî sempatîzanê PKKê me’, ‘Divê PKK ji lîsteya terorê were derxistin’, ‘Divê li hemberî zext û daxwazên Tirkiyeyê serî neyê tewandin’ û ‘Têkoşîna PKK’ê têkoşîna azadiyê ye’ hate dayîn.

Kampanya li ser malpera bi navê ‘NCKD Finland’ ya înstagramê tê parvekirin.

Hate diyarkirin di sê rojên dawîn de herî kêm hezar îmze hatine komkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.