Berxwedanê rejîma Tirk xistiye krîzê
Duşem 23 Gulan 2022 - 22:18
- Naveda Civaka Demokratik a Skandînavya Kongreya xwe asayî ya 11’an li dar xist.
Naveda Civaka Demokratik a Skandînavya Kongreya xwe asayî ya 11’an li dar xist. Di kongeryê de nûnerên tevayiya welatên Skandînavya (Swêd, Norwêc, Danmark, Fînlandiya) li bajarê Swêdê Orebroyê kom bûn û kongreya xwe pêk anîn.
Peşî dîwaneke ji pênc kesan hat hilbijartin, hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal onlîne beşdar bû. Kartal got, “Dewleta Tirk a faşîst bi pêşengiya hovekî weke Erdoxan li tevayî cîhanê dixwaze Kurdan qir bike, ji bo reş nîşandana gelê Kurd çi ji destê wan tê, dikin û li her dera cîhanê çi destketî û saziyên Kurdan hebin, dixwazin ji holê rakin. Di serî de girankirina tecrîda li ser rêber APO, ev dijayetiya xwe ya li hemberî Kurdan zelaltir kirine. Rexmî tevahiya êriş û xiyaneta PDK jî nikare encam bigire. Rejîma faşîst ketiye nava krîzeke mezin.”
Kartal bal bire ser zexmbûna fikra Ocalan û got, “Ji ber ku stratejî û fikra reber Apo xurttir e. Dewleta Tirk a hov li hemberî gelê Kurd ketiye nava krîzeke pirr mezin a aborî û civakî. Divê ev pêvajo tenê ji gerilla re neyê hiştin û lazim e her kes bi her awayî ji ve demê û berxwedanê re bibe piştgir.”
‘Lazim e dengê gel û gerîla bibe yek’
Remzî Kartal bal bire siyaseta şantajê ya delweta Tirk a di nava NATO´yê de jî û got, “Li pey şantaj û bêbextiyên li hemberî gelê Kurd e û weke çeqelan li keysan veketiye, û behaneyan çêdike. Bi her awayî NATO û Rûsya jî Kurdan dikin qurbanê berjewendiyên xwe. Ev siyaseteke xirab û durû ye. Lazim e gelê me pirr hişyar be û vê siyaseta durû ya faşîst têk bibe. Swed lazim e baştir wan faşîstan nas bike û serî li ber wan gefên Erdoğan ê faşîst netewîne.”
Kartal îşaret bi girîngiya karê li dijî qedexekirina PKK´ê jî kir û got, “Lazim e xebatên me li ser esasê derxistina PKK ji lîsteya terorê bin. Lazim e dengê gel û gerîla bibe yek. Lazim e xiyaneta PDK jî bi her awayî were şermezar û riswakirin, ji ber ku PDK ji tirka re bûye hêviyek.”
Hevserokên nû hatin hilbijartin
Piştre, seroka Partiya Çep a Swêdê, Nûşîn Dadgostar jî peyama xwe şand û her wiha parlementerê Partiya Çep Daniel Riazat jî got “Ewrûpa û Swêd di ezmûneke giran re derbas dibin. Li her çar hêlên Kurdistanê her dema ku berjewendiyen wan welatên dagirker dibe rojev, ew Kurdan ji xwe re dikin qurbanî û ji bo terorîzekirina Kurdan her tiştî dikin. Em wek Partiya Çep her ji roja pêşî ve got, ev rewş we pirr bi pirsgirêk be û lazim e Swed li ber van şantajên Erdoganî serî netewîne û mafê rewa yê gelê Kurd bibîne.”
Nûnerên Asûrî-Suryanî, nûnerê KNK'ê û her wiha li ser navê Partiya Moderat a Swêdê jî peyamên pîrozbahiyê ji kongreyê re hatin pêşkêşkirin.
Piştre rapora kar û xebatên salane ya NCDK-S û YJK-S ji hazirên kongreyê re hatin xwendin û ev rapor hatin nirxandin. Nadya Salih û Hemîd Amed ji bo salekê weke hevserokên NCKD-Skandînavyayê hatin hilbijartin.
OREBRO