Rêveberî koçberan pêşwazî dike

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 5 Hezîran 2023 - 14:19

Vegera Şengalê ya koçberên Êzîdî yên li wargehên Başûrê Kurdistanê, bênavber dewam dike. Roj bi roj hejmara malbatên vedigerin, zêde dibe. Rêveberiya Xweser a Şengalê bi hemû saziyên Şengalê ve pêşwazî li xelkê vedigere dike.

Yek ji cihên ku koçber berê xwe didinê, komelgeha Tilqeseb a Şengalê ye. Di dema êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li dijî Şengalê de, gelek mal ji vê komelgehê hatibûn xirabkirin. Herwiha ji ber ku ev nêzî 9 salan bû, kes li komelgehê nebû, kolan jî qirêj bûbûn.

Ji bo pêşwazîkirina koçberan, şaredariya Şengalê ya ser bi Rêveberiya Xweser pêngaveke paqijiyê li Tilqeseb da destpêkirin. Di pêngavê de Yekîtiya Ciwanên Êzîdî, Meclisa Gel a Tilqeseb û xelkê herêmê jî amade bûn.

Werin em bi hev re paqij bikin

Di pêngavê de kolan hemû hatin paqijkirin û karê şaredariyê  ji bo pêşwazîkirina koçberan wê dewam bike.

Hevserokê Melisa gel a Tilqeseb Seydo Şengalî jî got, “Ev pêngava paqijiyê gelek giring bû, ji ber ku ti kes li vî xelkî xwedî dernakeve û ji bo vegera li malên wan bi gel re nabin alîkar. Ji bo em karibin xizmeta vî gelî bikin, şaredariyên me bê navber kar û xebatên xwe dewam dikin. Em bang li gelê xwe jî dikin, berê xwe bidin Şengalê û em bi hev re warê xwe paqij û ava bikin.”

Rêveberê Şaredariya Tilqeseb Şêx Hecî jî got, “Pêngavên wisa gelek baş in, ji ber ku destekê didin şaredariyê û em bi hev re karê paqijiya warê xwe dikin. Di dema pêş de wê pêngavên me li herêmên din jî yên ku gel nû vedigere wan, dewam bike.”

ROJNEWS/ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.