Navenda Ragihandinê ya HPG‘e ragihand li Metînayê gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê ji gelek aliyan ve bi koordîneyî çalakî li dijî dagirkeran kirine û bi kêmanî 12 dagirker kuştine.

HPG’ê ragihand 13’ê Çile li Qada Berxwedanê ya Girê Hekarî hêzên wan ji gelek baskan ve bi rengekî koordîneyî çalakî li dijî artêşa dagirker a Tirk kirine, bi kêmanî 12 leşker hatine cezakirin û gelek mewzî hatine rûxandin. HPG´ê kite bi kite wiha derheqê çalakiyên gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê û êrişên dagirkeriya Tirk ev agahî parve kirin:

 

Li Herêma Metîna

13’ê Çile saet 09:00’an li Qada Berxwedanê ya Girê Hekarî bi çalakiyeke koordîneyî dagirker bûne hedefa hêzên me. Di çalakiyê de hêzên me pêşî bi taktîka xweberdana nava hêzên dijmin, ketin nava hêzên dijmin, baskê pêşî yê çalakiyê bi bombeyên destan, çekên ferdî û navîn derbên serketî li dagirkeran dan. Bi derba pêşî dagikerek hate cezakirin. Baskê diduyan ê çalakiyê, komeke dagirkeran ku ji 15 kesan pêk dihat, kire hedefa xwe û ji nêzîk ve gule û bombeli wan reşandin. Di encama vê çalakiyê de 3 mewzî hatin rûxandin û 4 leşker hatin cezakirin.

Her wiha baskê sisiyan ê çalakiyê bi taktîka sekvaniyê 4 dagiker ceza kirin û kozikeke dagirkeran bi çekên otomatîk ên navîn hate rûxandin û 3 dagirkerên di kozikê de hatin cezakirin.

Piştî derbên serketî yên hêzên me komek leşkerên dagirker ji tirsan hewl dan ku birevin, lê hêzên me ew kirine hedefa xwe û 8 ji wan ceza kirin. Di van çalakiyên koordîneyî de bi giştî 12 dagiker hatin cezakirin û 8 jî birîndar bûn.

Her wiha kamelyayeke mezin, 2 kon û 4 kozik hatin rûxandin. Hevrêyê me Jêhat ku bi ruhekî fedayî û wêrekiyeke nedîtî di vê çalakiyê de cihê xwe girt, bi lehengî şer kir û şehîd bû. Agahiyên berfireh ên hevrêyê xwe Jêhat em ê piştre bi gelê xwe yê welatparêz û raya giştî re parve bikin.

 

Êrişên dagirkeran

14’ê Çile qada Ava Lolanê ya herêma Xakurkê 3 caran, qada Bereşê ya herêma Qendîlê 2 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
Herêmên Zap, Rojayê Zapê ya Şehîd Delîl, Metîna û Xakurkê hatin bombekirin.

BEHDÎNAN