Revandin karê desthilatê ye

Pêncşem 7 Kanûn 2023 - 00:30

Rojnamevan Silêman Ehmed roja 1’ê Cotmehê ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Silêman roja 25’ê Cotmehê dema xwest di ser deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û ev 43 rojin agahî jê nayê girtin. Derbarê revandina Silêman Ehmed de, rojnamevan Hengaw Haşim ji Rojnewsê re axivî. Hengaw Haşim destpêkê da zanîn ku revandina rojnamevan Silêman ya ji aliyê hêzên ewlekariyê ve, binpêkirinek eşkere ya li beramberî rojnamevanan e û got; “Mixabin li gel vê desthilatê, revandin bûye diyardeyek. Bêyî biryara dadgehê binçavkirina Silêman Ehmed, tê wê wateyê ku hêzek ji yasayê bilindtir jî heye li Herêma Kurdistanê. Desthilat karê rojnamevaniyê tevlî karê siyasî dike, tevî yasaya rojnamevanî jî heye, lê dixwaze li dijî rojnamevanan yasayek derbixe.” Di dewama axaftina xwe de rojnamevan Haşim destnîşan kir ku li gorî yasayê karê rojnamevanî serbest e û ti hêzek nikare rê li karê rojnamevaniyê bigire. Haşim xwest derbarê cih û tenduristiya Silêman de agahî ji malbatê re were dayîn û demek ji ya din zûtir were berdan.

ROJNEWS/HEWLÊR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.