Rêûresmeke kevn: Sersala Kurdî

Nûçeyên Çand/Huner

În 14 Çile 2022 - 22:18

  • Sersal an jî serê salê, rêûresmeke kevn e di çanda Kurdan de. Kurd her sal di şeva 13’ê Çile biqulibe 14´ê Çile de bi şahiyên cûr bi cûr serê salê pîroz dikin. Her çend li gorî berê ev rêûresm lawaz bûbe jî Kurd li gund û bajaran vê çandê diparêzin.

Dema sal bi dawî dibe, li her welatî bi awayekî cihê pîrozbahiyên serê salê pêk tên. Li gorî her çandê, ev pîrozbahî diguherin û her netewe bi şiklekî hatina sala nû pîroz dike. Kurd jî ji ber rewşa teqwîma Rûmî (Culiyenî) her sal di 13’ê Çile de pîrozbahiyên serê salê li dar dixin. Sersal yan jî serê salê rêûresmeke kevn e di çanda Kurdan de. Kurd her sal di şeva 13’ê Çile de bi şahiyên cûr bi cûr serê salê pîroz dikin û sala nû bi vî awayî pêşwazî dikin. Her çend li gorî berê ev rêûresm lawaz bûbe jî Kurd li gund û bajaran vê çandê diparêzin û ji bîr nakin. Îsal jî bi heman armancê li gelek bajêrên Kurdistan û Tirkiyeyê şahî çêbûn û sersal hat pîrozkirin.

Li Sûra Amedê coşeke mezin hebû

Komeleya Renga Renk Umutlar û Mordem Huner, bi boneya serê salê13’ê çile berêvarê li navçeya Sûra Amedê ya dîrokî şahiya “Serê Salê” li dar xist. Di bernameyê de mamoste û rêveberên komeleyê cil û bergên Kurdî li xwe kirin. Her wiha rûyên zarokan hate boyaxkirin û gelek zarokan jî cil û bergên Kurdî li xwe kirin.

Di destpêka şahiyê de zarok li avahiya komeleyê civîyan û ji wan re çîrokên bi Kurdî û stranên Kurdî hatin gotin. Piştî vê yekê, bi rasthatina serê salê diyarî dan zarokan.

Zarok û endam û mamosteyên komeleyê ketin nav taxên Sûrê, meşiyan û sersala xelkê pîroz kirin. Xelkê koma pîrozbahiyê bi coşekê mezin pêşwazî kir. Bername bi stranên Kurdî û gerandina govendê bi dawî bû.

Bi serê salê li dijî bişaftinê

Li Enqereyê jî Înîsyatîfa Xwendekarên Azad a Enqereyê ji bo Sersalê çalakiyek li dar xist. Li eywana ku çalakî lê hat lidarxistin, pankartên li ser “Li dijî polîtîkayan bişavtinê em çanda xwe diparêzin û pê dijîn” û "Serê salê pîroz be" nivîsandî, daliqandin. Ciwanan eleqeyeke mezin nîşanî şahiya serê salê da. 

Di şahiyê de govend hat gerandin û lîstika “Kal û Pîrê” hat lîstin. Şahî bi stranan bi dawî bû. 

NÇM jî stran gotin û govend gerand 

Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) jî, li avahiya xwe ya li Beyoglû ya Stenbolê bi boneya "Sersalê" şahiyek li dar xist. Dengbêj Xanî Qereyazî, Mihemdê Ferhadî, Xalîde, Bedreddîn Ebasî, koma muzîkê Koma Golgedekîler û hunermend Mervan, Denîz Esmer, Genim, Nûrcan Degîrmencî û Rûken Yilmaz tevli şahiyê bûn. 

Hunermendê NÇM'ê Talat Yeşîl, temî kir ku sala nû ji bo gelê Kurd bibe sala azadiyê û sersala her kesî pîroz kir. 

Paşê di şahiyê de ji bo deqeyekê rêz hat girtin. Bi dû re dengbêj û hunermendan dest bi kilam û stranên xwe kir. Kesên tevli şahiyê bûn, bi kilam û stranan govend gerandin.

Her wiha di şahiyê de zûgotinok jî hatin gotin. Ji beşdaran kesên tevli zûgotinakan bûn, roman û çîrokên Kurdî diyarî wan hatin kirin. 
Mal bi mal geriyan

Li navçeya Akdenîz a ser bi Mêrsînê jî "Serê Salê" hat pîrozkirin.

Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Ciwanan a HDP'a Mêrsînê, li Akdenîzê ji bo Serê Salê çalakiyek li dar xist. Endamên TJA û Meclîsa Ciwanan a HDP'ê di şahiya Sersalê de kincên gelêrî yên Kurdî li xwe kirin û li taxê mal bi mal geriyan. Ciwanên HDP'î û jinên TJA'yî bi erbaneyê geriyan û sersala malbatan pîroz kir. 

Malbatan jî sersala wan pîroz kir û diyarî dan wan. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.