Reoya dagirkeran bû gora wan
În 17 Îlon 2021 - 01:27
- YJA Starê ji bo tola gerîlayên bi gazên kîmyewî hatin şehîdkirin, li Şemzînanê maşîna zirxî ya 8 dagirker tê de îmha kir. Di encamê de YJA Starê 6 dagirker kuştin û 2 dagirker bi birîndarî ji derba wê filitîn.
Gerîlayên HPG’ê ji bo 6 gerîlayên ku bi çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatin şehîdkirin, çalakiya tolhildanê li dar xist. Li Şemzînanê di çalakiya sabotajê de wesayiteke zirxî ya tîpa Reo hate îmhakirin û 6 dagirker hatin cezakirin.
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrişên dewleta Tirk wiha ye:
“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de; 15’ê Îlonê saet di 08:40’î de li nevçaya Şemzînanê ya Colemêrgê, wesayiteke artêşa Tirk a dagirker a bi tîpa Reo ji qereqola Şkeftan derket û ber bi gundê Katûna ve diçû. Ev Reo bû hedefa çalakiya sabotajê ya hêzên me yên YJA Starê. Di çalakiyê de wesayît hate îmhakirin, 6 dagirkerên tê de hatin cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûn. Artêşa Tirk a dagirker piştî çalakiyê kuştî û birîndarên xwe bi ambûlans û helîkopteran ji deverê birin.
Ev çalakiya serketî ya hêzên me yên YJA Starê ji bo tolhildana 6 hevrêyên me pêk hat ku li Girê Sor di êrişa nemerdane ya dewleta Tirk a dagirker de bi çekên kîmyewî hatibûn şehîdkirin.
Dîsa Kêste, Hirorê, Serarî û Dêşîşê bombe kirin
Li herêma Avaşînê, li qada berxwedanê ya Werxelê; 15’ê Îlonê saset di 20:40’î de artêşa Tirk a dagirker bi teqemeniyan bombe li qada berxwedanê ya Werxelê barandin.
15’ê Îlonê saet di navbera 21:40-21:45 de li herêma Zapê deverên Kûnîşka û Karker bi balafirên şer hatin bombekirin.
15’ê Îlonê qadên Girê Şehîd Întîkam, Girê Qartal û Stûnê bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.
15’ê Îlonê saet di navbera 12:50-17:30’î û 16’ê Îlonê saet di 08:00 de li nehiya Kanî Masî ya Amediyê, derdora gundên Dêşîşê, Kêste, Hirorê û Serarî û qada Qela Qûmriyê bi obus û hawanan hat bombekirin. Ji ber vê bombardûmana dewleta Tirk a dagirker xisara madî li bax û baxçeyên xelkê me bû.”
BEHDÎNAN