Rengên qerisî yên zivistanê

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 26 Sibat 2024 - 00:26

  • Di jiyanê de gelek hûrgilî hene ku mirov nikare wan bibîne. Gelek caran jî ew bala me nabin ser xwe. Lê wênegir Jan Erik Waider bi wêneyên xwe yên makro bi hûrgiliyan dadikeve û rengên qerisî yên zivistanê nîşanî me dide.

Wênegir Jan Erik Waider bêhtir bi wêneyên xwe yên ku li Îzlanda û Gronlandê girtine tê zanîn. Nexasim jî wêneyên wî yên ku bi menzereyên zivistanê dadikevin weke tabloyan xweşik û balkêş in. Wî bi rêzewêneyên ku ji bo koleksiyana xwe ya “The Frozen Colors of Winter” (Rengên Qerisî yên Zivistanê) girtine bala bîneran biriye ser hûrgiliyên piçûk ên di bin qeşayê de. Ji bo ew karibe bi van hûrgiliyan dakeve û xweşik nîşan bide wêneyên “makro” digire û wêneyên wî bi awayekî geometrîk tên xuyanê. 

Jan Erik Waider pel û çîmenên ku di bin qeşayê de mane pirr bi baldarî digire kamerayê û wêneyên wan qeyd dike. Yanî ew ji hawirdora xwe sûd werdigire û nihêrîna xwe dibe ser tiştên di bin qeşayê de asê mane. Ji lewma heta ku bihar were û qeşaya li ser avê bihele ev pel û çîmen nikarin ji bin qeşayê derkevin. Wêneyên wî hizûr û aramiyekê jî bi mirovan re çêdikin. Zivistan çiqas demsaleke sar be wêneyên Waider jî ewqasî germ û xweşik in. Waider bi van wêneyên xwe di warê “wênegiriya makro” de hin ceribandinan jî pêk tîne û di gelek ceribandinên xwe de bi ser ketiye.

Divê mirov ecele neke

Jan Erik Waider ji bo wêneyên xwe yên makro dibêje; “Ez pirr hez dikim tevî kameraya xwe li ser avên ku qerisîne bimeşim. Dikarim bi saetan bimeşim bêyî ku biwestim. Meşa li ser van qeşayan û nihêrina li wan tiştên di bin qeşayê de kela canê min radikin. Divê ji bo hin motîfan mirov ecele neke. Divê mirov pirr hêdî û bi baldar bimeşe naxwe gelek hûrgilî nakevin ber çavên mirov û mirov nikare bi xweşikiya wan hûrgiliyan dakeve. Ev lêgerîn û meşa min ya li ser qeşayê ji bo min weke medîtasyonê ye.”

Berê xwe bidin motîfê bin qeşayê

Jan Erik Waider van wêneyên xwe li nêzî mala xwe ya Elmanyayê girtine. Û ew dibêje; “Motîfên ku bi rêya qeşayê li ber deriyê mala min ava bûne ji bo min xwedî maneyeke dîtir in û ez li van motîfan dikolim bi saya wêneyan.” Waider bi van wêneyên xwe kesên din jî teşwîqî giritina wêneyan dike û dixwaze wan jî derxe rêwîtiyekê; “Li avên piçûk ên ku qeşa girtine baştir binihêrin û bala xwe bidin ser wan pel û çîmenên di bin qeşayê de. Hûn ê hûrgiliyên pirr xweşik bibînin. Bi telafona destan jî hûn dikarin van hûrgiliyan bigirin. Demsala zivistanê bi her awayî kela canê mirov radike û derfet dide ku mirov wêneyên bi vî rengî bigire. Tiştên ku hûn wêneyên wan digirin piştî demekê deforme dibin û ji holê radibin. Ji lewma kifşeke xweş e ku mirov bala xwe bide ser tiştên ku ew ê demek şûnde ji holê rabin û tine bibin.”

HAMBURG

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.