Gelo 6 hezar metroyan di binê behrê de çi heye. Keştiyeke binê behrê ya Çîniyan, di behra Pasîfîka Başûr de li bersiva vê pirsê geriya. Ew daket zemînê geliyê binê behrê yê Kermadesê. Encam jiyan li wir jî heye û dibe ku hin ji heywanên dîmenê wan hatiye girtin, em weke mirov nû çav bi wan dikevin.
Lê masiyê bi şewk ê sor ne yek ji wan e. Mirovan ew berê jî dîtine. Lê di kûrahiya 5 hezar û 5736 metreyan de, ev cara ewilî ye mirov wî dibînin.
Ev geliyê binê behrê yê Kermadec, yek ji yên herî kûr ên binê behrê ye. Kûrahiya wî ji 6 hezar metreyan digihîje heta bi 11 hezar metreyan.
Lêkolerên Çînî û yên ji Zelandayiya Nû bi hev re vê projeyê bi rê ve dibin. Proje dawiya sala 2022´yan bi rê ve çûye.
Niha, Institute of Deep-sea and Science and Engineering (IDSSE) ya Çînê û National Institute of Water and Atmospheric Research (NIWA) ya Zelandaya Nû ev dîmen eşkere kirin.
Di rêwîtiya kûr a pêşî ya 6 saetan de lêkoleran xeyarên deryayê yên weke camê zelal, qelemên deryayê yên gelekî dirêj, marmasiyekî bê rû û axtepotên dumbo dîtin.
Ev tenê yek ji 16 seferên di mohleta du mehan de bû. Di encamê de stêrkên deryayê yên kêmdîtî, mercanên piçûk, masiyê rojê yê mezin, sungerên behrê di kûrahiya 6 hezar û 124 metreyan de jî hatin dîtin. Axir, di kûrahiyên behrê yên giran û bêrohnî de jî jiyaneke pirreng heye.
Wêne: HOV Fendouzhe, IDSSE
NAVENDA NÛÇEYAN