Navenda Çand û Huner a Minbicê bi koordîneya Yekitiya Rewşenbîran a Minbicê şevbihêrkek li dar lixst.

Bi armanca vejandina rengê Firatî li stranan, Navenda Çand û Huner a Minbicê û bi koordîneya Komîteya Çand û Hunerê û Yekitiya Rewşenbîran a bajarê Minbicê, şevbihêrkek li dar xist.

Endamên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a bajêr, Yekitiya Rewşenbîran, Komîteya Çand û Hunerê, Meclisa Jinan û rêxistinên civaka sivîl û partî tev li şevbihêrkê bûn.

Helbestvan Xidir Hemadî û Rewda Mihemed, hunermend Ridwan El Îsa, Salih Cinêd, Koma Minbicê, û hunermend Hevîn berhemên xwe nîşan dan.

Hat gotin, ew dê her şemiyê, şevbihêrkekê li dar keve.

ANHA/MINBIC