Reng û dengê gelan li Mihrîcana Orkêş

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 16 Gulan 2023 - 04:37

Li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mihrîcana Mûzîk û Stranan a Orkêş a 2’yan li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Huner li bajarê Qamişloyê bi beşdariya 23 koman di 11`ê Gulanê de dest pê kir.

Şert û mercên tevlêbûna mihrîcanê ew bûn ku divê her kom straneke nû ji berhemên xwe û 2 stranên ji çanda herêmê li ser dika mihrîcanê nîşan bide. Hunermend û endamê Komîteya Amadekar Baran Dilbihar diyar kir ku komên li Şehbayê û Heleb ji ber ku ne hazir bûn, nekarîn bên qebûlkirin: “Ji 30 komên ku xwestin beşdarî mihrîcanê bibin, 23 tenê hatin qebûlkirin.”

 

Rê bûn asteng!

Der barê beşdarnebûna komên Kurdistanî jî Baran Dilbihar da zanîn ku diviyabû komên li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê tev li mihrîcanê bibana, lê ji ber astengiyên rê nehatin.

Komîteya Nirxandinê ya mihrîcanê ji 5 hunermend û endamên saziyên çand û hunerê pêk tê. Tev Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne: Serhed Zana, Ebûd Fûad, Sumeya Mihemed, Delîl Mîrsaz û Reşîd Sofî.

Komîte wê stran û şêwaza gotinên koman li gorî gotin, helbest, awaz, belavkirina mûzîkê û sekina li ser dikê binirxîne, û di dawiya mihrîcanê de ango îro (16`ê Gulanê) komên serketî tên xelatkirin.

Navên komên beşdarî mihrîcanê bûne ev in;

Navên her 23 kom ev in: Koma Botan (Kobanê), Koma Botan (Qamişlo), Koma Şehîd Hevrîn (Kobanê), Koma Diret El-Firat (Tebqa), Koma Doser (Tebqa), Koma Cûdî (Dêrik), Koma Şehîd Serhed (Rimêlan), Koma Tolhildan (Hesekê), Koma Gerstêrk (Hesekê), Koma Reqaq (Reqa), Koma Ihya El-Tûras (Reqa), Koma Roja Welat (Girbawî), Koma Zîlan (Dirbêsiyê), Koma Şehîd Xebat (Tirbespiyê), Koma Elefteriya (Dêrik), Koma Mosîqa Tecmena (Hesekê), Koma Serhildan (Rimêlan), Koma Şoreş (Til Temir), Koma Bawer (Qidûrbeg), Koma Stêra Zêrîn (Qamişlo), Koma Rabîta Efrîn (Qamişlo), Koma Şehîd Elenya (Rimêlan) û Koma Yekpar (Qamişlo).

Ji nav komên ku li jor navên wan tên hilanîn 5 komên jinan ên bi navê; Koma Elefterya, Koma Şehîd Elenya, Koma Gerstêrk, Koma Şehîd Hevrîn û Koma Stêra Zêrîn beşdarî mihrîcanê bûne,

Baran destnîşan kir ku armanca wan ji mihrîcanê ew e ku komên li herêmê bînin ba hev û got, “Me xwest balê bikşînin ser çanda gelan û neteweyên li herêmê, di heman demê asta hunerî di nava şoreşa Rojava de derxin pêş.”

ANHA/QAMIŞLO

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.