Remezanê tiştan biha nekin!

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 12 Adar 2024 - 00:56

Xelkê Silêmaniyê derbarê rewşa aborî û giraniya nirxê pêdawîstiyên rojane de axivîn û daxwaz kirin ku di meha Remezanê de nirxê kelûpelan giran nebe.

Cemal Ebdullah ku ji bo amadekariyên Remezanê serdana bazara Silêmanî kiribû, got:“Daxwaza me ji dikandar û bazirganan ew e ku nirxê pêdawîstiyên meha Remezanê giran nekin û barê xelkê girantir nekin. Ji ber ku ji ber derengketina muçe di rewşek zehmet ya aborî de dijîn.” Feryad Mihemed jî got:“Komîsyonên tendirustî û qeymeqamtiyê bi berdewam çavdêriyê li ser bazarê dikin da ku nirxê pêdawîstiyan neyê zêdekirin. Divê dikandar jî meha pîroz nekin fersend ji bo girankirina nirxê pêdawîstiyan.”

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.