Rejîmeke diz desthilat e

Çarşem 15 Adar 2023 - 03:55

  • Karayilan xwest Newroz xurttir bê pêşwazîkirin hem weke nîşana piştgiriya ji bo Erdhejê û hem jî weke destpêka biserxistina yekîtiya gelê Kurd li dijî pîlanên qirkeriyê yên di sedsaliya Peymana Lozanê de. 

Endamê Komîteya Rêveber a PKK´ê Murat Karayilan ji kanala televîzyonê Stêrk TV´yê re peyivî, rojeva Kurdistanê û nexasim jî mijarên Newroz û tecrîdkirina Ocalan nirxandin. Karayilan got, “Berxwedana Rêber Apo ya li Îmralî û şerê gerîla yê li Zap û Avaşînê bi pêşxistî, siyaseta qirkirinê ya dewleta Tirk beralî kiriye.”

Karayilan destpêkê li ser erdhejê peyivî û got;’’Di serî de ez kesên di vê erdhejê de jiyana xwe jidest dane bibîr tînim, rihma xwedê li wan be, ji birîndaran re şifayê dixwazim. Ji bo malbatên kesên jiyana xwe jidest dane, sebrê û sersaxiyê dixwazim. Gelê me ji vê erdhejê gelek zirar dît. Em bi her awayî êşa gelê me parve dikin. Bê guman nebûna tevdîran, rê li ber mezinbûna vê êşê vekir. Bi taybetî di van 21 salên dawî de rejîmeke diz hatiye desthilatdariyê. Dixwaze hertiştî bidize û xwe hîn dewlemendtir bike. Ji ber vê ewqas mirovên me di bin kavilan de man û kes xwedî li wan derneket. Mirovên me bi rojan bangên xizmên xwe yên bi êş ên di bin kavilan de mane guhdarî kirin û heta jiyana xwe jidest dan, neçar man temaşe bikin. Ev bi rastî jî pirr bi êş e, rewşeke giran e. Em ji vê fêm dikin û êşa gelê xwe hîs dikin.’’

Divê xelk axa xwe neterikîne

Li ser hewldanên ji bo valakirina herêmên Kurd û Elewî jî Karayilan got; "Beriya vê jî bûyerên weke Komkujiya Mereşê di vê çarçoveyê de bikaranîn. Lê em niha dinihêrin vê erdhejê jî bi heman çarçoveyê bikar tînin. Ji bo kesek careke din venegerin, koçberiyê teşwîq dikin. Bi vî rengî dixwazin rojavayê Firatê ji Kurdan xalî bikin. Gelê me divê vê yekê bizane û kes cihê xwe neterikîne. Yên ku heta niha çûne jî, divê şûnde vegerin. Divê gelê me axa xwe neterikîne, şûnde vegere û jiyanê jinûve ava bike. Divê em li benda dewletê nemînin. Zihniyeta netew-dewlet xwedî li civakê dernakeve, bi tenê li desthilatdariya xwe û berjewendiyên xwe difikire."

Me pîlanên zivistanê rawestandin

Karayilan li ser biryara rawestandina çalakiyên leşkerî ya KCK’ê û pêkanîna bi destê HPG’ê jî bibîrxist û wiha dewam kir; "Lê dewleta Tirk hikûmeta AKP-MHP’ê li gorî vê nêzîk nebû. Êrişên xwe dewam kirin. Lê tevî vê jî heta niha hêzên me li gorî vê biryarê tevdigerin. Ya rast pîlanên pêngava zivistanê ya di vê çarçoveyê de ya Biryargeha Navendî û hemû qadên şer, bi taybet Qadên Parastinê yên Medyayê hebûn. Li Girê Cûdî, Girê Hekarî û Girê Amêdiyê, di vê çarçoveyê de hin çalakî pêk hatin û ev ê berdewam bikira. Di sala 2022’an de berxwedaneke dîrokî pêk hat. Ev berxwedan serketî bû; rê neda dijmin bigîhê armancên xwe. Lê gerîla dixwest bi vê pêngava ku zivistanê pîlan dikir, vê berxwedanê bi serketinê tacîdar bike. Lê piştî ku erdhej pêk hat, ji ber rewşa gelên me di nav de ye, dema ku ji aliyê Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê biryara rawestandina çalakiyan hate wergirtin, biryargeha me jî neçar ma pîlansaziyên xwe yên ji bo zivistanê amade kiribûn rawestîne. Ewqas mirov di bin kavilan de man. Şûna ku biçin alîkariya wan û wan ji bin kavilan derbixin, êrişên xwe dewam kirin. Ma Hulusî Akar negot;’Hûn dixwazin em leşkerên xwe ji Iraqê, Sûriyê vekişînin?’. Ji xwe erdhej û ev şer ji nêz girêdayî hev in. Hemû pereyên Tirkiyê ji bo vî şerî xerc dikin; bi navê binesaziyê ti mesrefekî nakin. Ji ber vê komkujiyeke wiha mezin pêk hat.

Ew dixwazin desthilata xwe dewam bikin û ji bo vê jî di qonaxa hilbijartinan de dibe ku dewleta Tirk êrişên xwe yên li hemberî Qadên Parastinê yên Medyayê, Başûrê Kurdistanê û heta Rojava hîn zêdetir bikin. Ji ber vê divê herkes hem hestiyar hem jî bi tevdîr be."

Newroz roja berxwedan û tekoşînê ye

Karayilan ji bo çalakiyên Newroza Îsal jî got; "Rêber Apo tam beriya 50 salî, di Newroza 1973’an de li Bendava Çubuk a Enqerê, civîna destpêkê kir û kete ser vê rêyê. Ev derketin li gel xwe, li Kurdistan û Tirkiyê pêşketinên dîrokî afirandin. Rêber Apo piştre jî her Newrozek wiha pêşiwazî kir. Newroz kire rojeke berxwedanê, rojeke ku berxwedan, yekîtî û tekoşîn tê bilindkirin.

Vê gavê li Kurdistanê şîn heye. Ji bo vê jî saziyên Kurd ên demokratîk biryar girtin ku vê rojê ne weke şahiyê, bi rengekî ku xwedî li mirovên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane û mexdûr bûne derkevin, pêşiwazî bikin. Ev tiştekî maqûl e. Ji xwe Newroz bi tenê şahî nîne. Newroz bi esasî bilindkirina berxwedanê, bilindkirina agirê berxwedanê ye. Roja xwedîderketina rihê Kawa û tevgera Medyayê bilind kiriye ye. Ew rih berxwedan e, serkeftin e, yekîtî ye û tekoşîn e.

Ez ji vir bang li her kesî û dostên Kurdan û demokratên li Kurdistanê û derveyî welat dikim, hîn bêhtir tevlî Newroza 2023’an bibin. Ya yekê, divê ji ber erdhejê xwedî lê derkevin. Ya duyemîn jî, divê em weke gel û hêzên demokrasiyê, xwe hîn bêhtir bikin xwedî hêz û îrade. Tirkiye kete qonaxa hilbijartinê. Gelê Kurd ji xwe îradeya xwe ya di vê hilbijartinê de ragihand û di vê hilbijartinê de wê encamê jî gelê Kurd destnîşan bike. Dewleta dagirker-qirker 8 salên dawî, ji bo Tevgera Azadiyê ya li Kurdistanê tasfiye bike, destketiyên gelê Kurd bi temamî ji holê rabike û li Kurdistanê siyaseta qirkirinê serwer bike, li hemberî me şerekî dijwar dimeşîne. Ew dibêjin sedsaliya komarê û di heman demê de sedsaliya Lozanê. Wan digot di vê sedsaliyê de em ê hemû destketiyên Kurdan ji holê rabikin û serketina xwe ragihînin. Lê bi serneketin. Sekna Rêber Apo ya watedar ku li Îmraliyê nîşan dide, berxwedana dîrokî ya gerîla  bi taybetî di 3 salên dawî de li Heftanîn, Metîna, Zap û Avaşînê dimeşîne, herwiha sekna siyasetmedarên Kurd û siyasetmedarên demokratîk-çepgir ên Tirkiyeyî ku li hemberî hemû êrişên faşîst nîşan didin, berxwedana gelê me ya li meydanan û berxwedana li zindanan nehişt ku ew bigîhên armancên xwe."

Sedsaliya Lozanê bi yekîtiyê pêşiwazî bikin

Karayilan bi rasthatina Newrozê bang li sîxuran jî kir û got, "Ew kesên ku heta niha sîxurtî ji dijmin re kirine, li gel dijmin cih girtine û bi sîxuriya xwe xwîna ewladên gelê Kurd rijandine divê bizanin, dewleta Tirk bi heman çavî li hemû Kurdan dinihêre. Li gorî rejîma faşîst a AKP-MHP’ê, Kurdê baş, Kurdê xirab tine ye. Kurdê bê hedefgirtin heye. Yek ji ji bo xwe bigîhîne Kurdê bê hedefgirtin, Kurdê ku bike sîxur heye. Yên ku vê yekê nebînin, wê hem sibe poşman bibin, hem jî wê dîrok wan darizîne.

Ez bang dikim, Newroza 2023’an bikin destpêka yekîtiya neteweyî. Divê em yekîtiya neteweyî ava bikin. Banga min ji bo hemû partiyên Kurdistanî, saziyên welatparêz, rewşenbîr û hunermendan ew e, helwesta yekîtiyê pêş bixin û bikevin nava hewla yekîtiya neteweyî. Ez bang li herkesekê dikim, vê qonaxa dîrokî ku em dikevin sedsaliya Peymana Lozanê, bi sekna yekîtiya neteweyî pêşiwazî bikin; em nîşanî hemû cîhanê bidin ku em weke Kurd hene, yek in, em vê peyamê bidin; meşa me mafdar e û meşeke demokratîk a mirovahiyê ye. Em ê vê meşê bi serbixin. Ew ê meşa Rêber Apo û meşa azadiya Kurdistanê biserkeve û Newroza 2023’an jî bibe destpêka vê."

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Dema azadiya Rêber Apo hatiye

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan, tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan jî nirxand û got, "Li dijî Rêber Apo sîstemeke ku li li cîhanê weke wê nîne, tê meşandin. Ev sîstema êşkenceyê ya derûnî û kûr e. Armanca wê gelê Kurd qir bike û li Kurdistanê siyaseta qirkirinê bimeşîne. Bi vî rengî li ser bingeha siyaseta tinekirina tevgerê û siyaseta qirkirinê jiyanî dikin, sîstema Îmraliyê rêxistin dikin û pêk tînin. Lê xebat û rêbazên Rêber APO dimeşîne, herwiha ew sekna watedar a nîşan dide, hemû dîwarên zindanê derbas kirine. Îro bandora fikir û hizrên Rêber Apo bi tenê çar parçeyên Kurdistanê sînordar nîne, li Rojhilata Navîn û hemû cîhanê belav dibe. Weke me dît, herî dawî li Başûrê Afrîkayê konferansek pêk hat.

Hevrêyên Mandela tê de amade bûn û gotin;’Mandelayê Kurdistanê hevrê Abdullah Ocalan e û em ê xwedî li azadiya wî derkevin.’’ Di vê çarçoveyê de biryar girtin. Nirxandinên ku Rêber Apo destnîşan kirine û her ku diçe li cîhanê belav dibe, heta niha ti rêberekî, zanyarekî û şoreşgerekî nekiriye. Di mijara jinê de jî gelek tişt cara yekem ji aliyê Rêber Apo ve hatine ziman. Yanî di tekoşîna azadiyê ya Kurdistanê de, azadiya jinê bûye bingeh. Li ser vê bingehê divê em tekoşîna azadiya fizîkî ya Rêber Apo hîn xurttir bimeşînin. Êdî dema azadiya Rêber Apo hatiye."

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.