Li gorî nûçeya Kolbernewsê di 6’ê Tebaxê de leşkerên Îranê li herêma Newsud ya li Rohilatê Kurdistanê êrişî komek kolber kirin. Di encama êrişê de kolberê bi navê Aso Kerîm ê xelkê bajarê Pawe jiyana xwe ji dest daye. Piştî 19 saet lêgerînê cenazeyê Aso Kerîm hatiye dîtin.
Li gorî Kolbernewsê di encama heman êrişê de 9 kolberên din jî birîndar bûne û tê gotin birîndar rakirine nexweşxaneya Pawe. Rewşa hin ji birîndaran giran e.
Hêjayî gotinê ye li gorî daneyên Kolbernewsê, di nava 6 mehên sala 2023’yan de, herî kêm 11 kolber li herêmên ser sînor yên Urmiye, Sine, Kirmanşan di êrişên hêzên rejîma Îranê, qeza û ji ber sermayê jiyana xwe ji dest dane, nêzî 50 kolber jî birîndar bûne.
NAVENDA NÛÇEYAN