Roja 4’ê Hezîranê kolberekî bi navê “Heman Mehmûdî” xelkê gundê “Kanî Reş” a ser bi Selas Bawecanî di encama gullebarana hêzên rejîma Îranê li ser sînorê Newsûdê ji çavê xwe bi giranî birîndar bû.

Hate ragihandin ku hêzên rejîmê rasterast gulle li kolber reşandine. Li gorî agahiyan kolberê birîndar ji bo dermankirinê rakirine nexweşxaneya Farabî ya Tehranê.

KURDPA