Roja Duşemî ango 14’ê Tebaxê du kesên bi navê “Luqman Suxenver” kurê Xizir û “Hoşyar Qadrî” kurê Haşil xelkê gundê Şînavê ya Pîranşar ê Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên Rejîmê ve hatin binçavkirin û ew birin cihekî nediyar.

Li gorî çavkaniyên herêmê, hêzên rejîmê li bazara Pîranşarê wesayîta Luqman Suxenver rawestandin û bêyî ti sedemekê nîşan bidin ew kirin binçavan. Herwiha hêzên rejîmê li gundê Şînavê avêtine ser mala Hoşyar Qadrî yê 17 salî, bêyî biryara dadgehê ew girtine. Heta niha derbarê aqûbeta kesên hatine binçavkirin de, ti agahiyek nehatiye bidestxistin. 

KURDPA