Rejîmê 2 kolber qetil kirin

Sêşem 16 Nîsan 2024 - 00:08

Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku di direngiya şeva 13’ê Nîsanê de hejmarek kolber li nêzîkî gundên Beytuş a Serdeştê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatin gullebarankirin.

Hate diyarkirin ku di encama gullebaranê de kolberê bi navê Mêhirdad Ebdula Zade yê 20 salî ku xelkê gundê Marexan bû, jiyana xwe ji dest da. Her wiha hate destnîşankirin ku li herêma sînorê Bestam a ser bi bajarê Seqiz jî kolberek xelkê Sine bi navê Umêd Seîdî, ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hate qetilkirin.

Hêjayî gotinêye ku li gorî bîlançoya Rêxistina Mafê Mirovan di sala borî de 39 kolber û kasibkarên Kurd ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine qetilkirin û herî kêm 10 kolber û kasibkar jî di encama ji çiya de ketina xwarê, ji serma û xeniqînê de jiyana xwe ji dest dane. Sala borî jî 365 kolber di buyerên cuda cuda de ku piraniya wan di encama gulebarana rejîma Îranê de birîndar bûne.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.